Ji ber pereyê ji keça xwe ya girtî re şand: Bi sedyeyê ji mala xwe hat binçavkirin

Hatîce Yildiz a 75 salî bi hinceta ji keça xwe ya girtî û havalên wê re pere şandiye, bi îdiaya ‘pêkanîna fînansê ji bo rêxistinê’ doz lê hatibû vekirin di encamê de bi sedyeyê wê ji malê derxistin hat binçavkirin û dûre jî birin girtîgehê.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Xizma girtiyan, Hatîce Yildiz a 75 salî bi hinceta ku bi PTT’ê pere ji girtiyan re şandiye, di çarçoveya îdeaya ‘pêkanîna finansê ji bo rêxistinê’ doz lê hatibû vekirin. Li ser erêkirina cezayê 4 sal û 2 mehan, di 22’ê Adarê de li mala ku lê dima hat binçavkirin. Hatîce Yildiz dema ku hat binçavkirin ji ser hişê xwe çû, wê bi sedyeyê destpêkê birin nexweşxaneyê û piştre jî şandin girtîgeha girtî ya Bakirkoyê.

Hatîce Yildiz a ku keça wê Rûken Yildiz 7 sal in di girtîgehê de ye, ji ber pere ji girtiyek din re bi PTT’ê şand weke hincet hat nîşandan, bi îdiaya ‘pêkanîna fînansekirina rêxsitinê’ lêpirsîn lê hat vekirin. Darizandina Hatîce Yildiz 3 salan berdewam kir. Darizandina li 14’yemîn Dadgeha Cezayê giran a Stenbolê dihat dîtin de, sala borî di meha Adarê de biryar hat dayîn. Dadgehê cezayê 4 sal û 2 meh li Hatîce Yildiz birî.

Cezayê ku hat dayîn birin dadgeha îstinafê, îtiraza parêzeran a der barê biryarê de ji aliyê dadgeha îstinafê ve bi awayekî bêsedem hat redkirin.

‘Nexweşiyên wê yên kronîk hene divê demildest were berdan’

Der barê mijarê de me bi kurê Hatîce Yildiz, Alper Yildiz re hevdîtin kir. Rayedaran gotine wê birine girtîgeha Bakirkoyê lê belê ji ber hê parêzer neçûne hevdîtinê nizane ku dayika wê birine kîjan girtîgehê. Alper Yildiz da zanîn ku ji ber temenê dayika wê mezin e tansiyona bilind pê re heye, nexweşa çav e girtina wê nehiqûqî ye. Alper Yildiz bertek nîşanî lêpirsîna ku hat vekirin da û got; “Tevî ku şandina pere ji bo girtîgehê ne sûc e jî; dayika min ji ber ve yekê hat girtin. Ev îşkence ye.” Alper Yildiz bi bîr xist ku divê ji ber nexweşiyên wê demildest dayika wî were berdan û ev tişt got: “Xwişkek min di girtîgehê de ye. Pereşandina ji keça xwe û yeka girtî re çima sûc e? Ev cezayê ku hatiye dayîn ne hiqûqî ye. Em vê qebûl nakin. Cihê girtiyên nexweş ên weke dayika min ne girtîgeh in. Em dixwazin demildest were berdan.”

‘Bi vê biryara ku hatiye dayîn hiqûqê binpê kirine’

Parêzerê dozê endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Xebat Demîrcan diyar kir ku der barê girtinê de wê serlêdana taloqkirina înfazê bikin yan li AYM’ê wê serlêdana şexsî ya tedbîr bikin û got: “Cezayek bi temamî bi awayekî bêhiqûqî hatiye dayîn. Bi hinceta ku ‘ji bo endamên rêxistinê pere razandiye’ ceza lê hatiye birîn. Di holê de pereyê ku bi riyên zagonî hatiye şandin heye. Tê gotin ku pereyê şandiye ‘bi armanca muzahîr a rêxistinê’ bi kar bîne şandiye. Bi riya PTT’ê pere şandiye. Ev biryara ku binpêkirina hiqûqê ye. Heyeta dadgehê çawa ev biryar daye. Piştî biryarê da me bir îstinafê lê bi awayê bê sedem îtiraza me hat redkirin. Em behsa sîstemeke girtîgehên di bin kontrola dewletê de dikin. Eşkere ye ku pereyê hatiye şandin ji bo çi ye. Em ê weke parêzerên dozê û OHD’ê şopdarên pêvajoyê bin.”