Ji ber îhtîmala darvekirina girtiyên siyasî fikar zêde dibin

Piştî ku Îsraîlê êrîşê hinek saziyên leşkerî yên li Îranê kir, fikarên aktivîstên mafên mirovan û saziyên navneteweyî derbarê girtiyên siyasî bi taybetî jinên girtî yên li Îranê de zêde bûn.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên ku di navbera Îsraîl û Îranê de didomin, der barê rewşa girtiyan de fikaran zêde dikin. Rayedarên Îranê hewl didin vê rewşa hesas ji bo zêdekirina zexta li hundirê welat bi kar bînin û bi taybetî bikin darfeta darvekirina girtiyên siyasî.

Di rojên 13–14’ê Hezîranê de piştî êrîşên li dijî hinek navendên leşkerî yên Îranê, Fermandarên Muhafizên Şoreşê û zanyarên nukleer ên Îranî, aloziya li herêmê zêde bû. Parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên mafên mirovan diyar kirin ku fikara wan ew e rejîma Îranê vê atmosfera krîtîk ji bo zêdekirina zexta hundir bi kar bîne. Her wiha dan zanîn ku hedefên sereke yên van zextan jî girtiyên siyasî ne.

Dema ku mirov li pêkanînên demên berê yên Komara Îslamê ya Îranê dinêre, dibîne ku –dema bi zextên derve yan jî çalakiyên şermezarkirinê yên li hundir re rûbirû maye- berê xwe daye girtiyên siyasî yên endamên koman û gelek ji wan ji nişkave bi darve kirine. Rewşa Îranê ya îro, gefa li ser ewlehiya wê, tabloyek wisa nîşan dide û fikarên, dibe van êrîşan hincet nîşan bide û bi kar vê yekê bi kar bîne.

Girtiyên siyasi di bin xeterek mezintir de ne

Bi taybetî rewşa girtiyên siyasî yên jin ku di bin gefa darvekirinê de ne, dibe sedema fikarên mezin. Di navbera van jinan de, parêzvana mafên jinan Werîşe Mûradî, pispora xizmetên civakî û aktivîsta sivîl Pexşan Ezîzî, parêzvana mafên karkeran Şerîfe Mohemedî hene. Van jinan di dema serhildanên gel ên li Îranê de hatin girtin û bi sûcdariyên giran cezayê darvekirinê li wan hat birin.