Ji ber ferzkirina poşmaniyê 5 car in înfaza wê tê şewitandin

Sermîn Demîrdag a ku 30 sal in girtî ye û li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê dimîne cara pêncan înfaza wê hat şewitandin.

Navenda Nûçeyan – Sermîn Demîrdag a li Girtîgeha Girtî ya Jinan A Sîncanê dimîne, piştî ku ji aliyê Dedgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê (DGM) ve hat darizandin di 13’ê Nîsana 1993’yan de cezayê muebetê girt.

Sermîn Demîrdag, hema bibêje surgunê hemû girtîgehên Tirkiyeyê hat kirin û niha li Girtîgeha Sîncanê dimîne. Sermîn Demîrdag a ku di 7’ê Adara 2023’yan de cezayê wê qediya, bi hincetên cuda nehat berdan.

5 caran înfaza wê hat şewitandin

Sermîn Demîrdag a ku derxistin pêşberî Lijneya Çavdêrî û Îdareyê, bi hinceta ku “poşman nebûye” înfaza wê hat şewitandin. Piştî ku di 25’ê Gulanê de careke din wê derxistin pêşberî lijneyê, careke din bi heman hincetan nehat berdan. Di 17’ê Tebaxa 2023’yan de careke din derket pêşberî lijneyê û heman encam jê derket. Bi vê yekê cara pêncan e înfaza wê tê şewitandin û tevî ku cezayê wê qediyaye jî nayê berdan.

Sermîn Demîrdag a ku sal û nîv e înfaza wê bi hincetên cuda tê şewitandin, 2’yê Tebaxê bi hinceta ‘rewşa wê baş nîn e’ careke din hat dubarekirin û hat diyarkirin ku dê di 23’yê Çileya 2025’an de careke din rewşa wê were nirxandin.