Ji ber êrişan li Xezayê hejmara miriyan zêde dibe

Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dane bû 32 hezar û 490.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê li Xezayê der barê êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de di êrişên li dijî Zîvala Xezayê de 76 Filistîniyên din jiyana xwe ji dest dane, 102 Filistinî birîndar bûne. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hejmara kesên ji 7’ê Cotmehê ve heta niha di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dane bûye 32 hezar û 490, hejmara birîndaran jî bûye 74 hezar û 889, hê li ser riyan û di bin xirbeyan de cenaze hene. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber astengiya hêzên Îsraîlê tîmên tendirustiyê û erkdarên parastina sivîl nikaribûne xwe bigihîjînin cenazeyan.