Ji ber bombarana dewleta Tirk dar û baxçe şewitîn
Li quntara Çiyayê Metînayê di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyeyê de li gundan şewat derket û bax û darên gundiyan bûn xwelî.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/06/20240619-20240619-823x463cc-mrk-19-06-24-metina-koyler-bombardiman-jpga9f8ec-image-jpg1e7a13-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Balafirên şer ên dewleta Tirkiyeyê duh deverên gundên Kanê û Sêgirê yên li sînorê Başûrê Kurdistanê yê Amediyê ku dikevin quntara Çiyayê Metînayê bombebaran kirin û di encamê de şewat derket. Li gorî agahiyan şewat ji duh ve didome, bi sedan darên kevnar û bax û darên nava baxçeyên welatiyan şewitîne.
Hat diyarkirin ku tîmên agirkujiyê ji bo vemirandina şewatê neçûne deverê, welatî bi derfetên xwe hewl didin agir vemirînin.