Ji belgefîlma "Hukmê Qanûnê" re qedexeyek din

19’emîn Festîvala Fîlmên Karkeran, bi qedexeya li dijî nîşandana belgefîlma Nejla Demîrcî ya bi navê “Hukmê Qanûnê” dest pê kir.

Navenda Nûçeyan – Bernameya Enqereyê ya 19’emîn Festîvala Fîlmên Karkeran, bi qedexeya li dijî nîşandana belgefîlma derhêner Nejla Demîrcî ya bi navê “Hukmê Qanûnê” dest pê kir.

Meşa festîvalê ji ber destûrnedayîna polîsan pêk nehat, Qeymeqamtiya Çankayayê jî ragihand ku destûr nedane nîşandana fîlma Nejla Demîrcî ya bi navê "Hukmê Qanûnê” ya fîlma vekirina festîvalê. Rêveberiya 19’emîn Festîvala Fîlmên Karkeran a Navneteweyî bi daxuyaniyek diyar kir ku ew li gel Necla Demîrcî ne û wiha got: “Em wek festîvalek li dijî sansurê, vê biryara qedexeya li dijî hiqûqê şermezar dikin û careke din dubare dikin ku em bi derhêner Nejla Demîrcî re di nava piştevaniyê de ne.”

Belgefîlma "Hukmê Qanûnê" beriya niha jî di Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn de ji pêşbirkê hatibû derxistin û derhêneran biryar dabûn ku li dijî sansurê kişandina fîlmên xwe bidomînin.