ji aliyê Talîbanê ve qedexeyek nû li ser jinan hat sepandin
Vê carê jî Talîbanê daxwaz kir ku xebatên ehliyet dayîna jinan bê rawestandin.

Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Talîbanê li Afganîstanê hema hema her roj qedexeyên nû li ser jinan radigihîne. Vê carê jî Talîbanê li welat dayîna ehliyetê û ajotina otomobîlan li jinan qedexe kir.
Karbidestên Talîbanê ferman da cihên ehliyetê ku dayîna ehliyetên jinan rawestînin. Berevajî çavkaniyên herêmî, ku diyar dikin ku ferman bi devkî ji buroyên şaxên trafîkê yên herêmî re hatine dayîn. Talîban angaşt dike ku fermanek wusa nehatiye dayîn.
Talîban fermanên devkî ji girtina biryarên fermî yên li ser mijarên sînordar tercîh dike da ku xwe ji zextên navneteweyî biparêze.