Ji akademisyen û lêkolînvanan piştgiriya serhildana Îranê

Akademisyen û lêkolînvanên li seranserî cîhanê bi daxuyaniyek hevbeş piştgirî dan serhildanên gelên li Îranê.

Navenda Nûçeyan – Akademîsyen û lêkolînvanên cîhanê bi daxuyaniyekê hevbeş ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve qetilkirina Jîna Emîmî şermezar kirin û piştgiriya serhildanên gel yên li Îranê kirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê bi hezaran lêkolînvan û akademîsyenên Îranî û Rojavayî nivîsandin û di bin de imzayê wan cih girt de wiha hate gotin: “Di demek wisa de em van gotinan dinivîsin, bajarên Îranê agir pê ketiye, nerazîbûnên mezin li hemû aliyên Îranê belav bûye. Xwepêşander bi dirûşmên guherîn û rûxandina hikumeta çardeyî diqêrin. Baweriya me bi xebatê gel a ji bo azadiyê li Îranê heye, ew dixwazin dawî li tundîtûjiya bi pergalî ya hikumetê ya li dijî jinên Îranê were anîn.”

Di nava kesên ku di bin daxuyaniyê de îmzeyê wan cih digre de kesayetiyên bi nav û deng yên zanîngeha Îran û biyanî hene ji vana: Angila Deivs, Codis Batler, Itayan Baliber, Kornel Wêst û Maykil Fîşer e.