Ji Şengaliyan bersiva êrişan: Em ji tank û topên we natirsin

Şengalî êrişên dewleta Tirk a faşist yên ku ev du rojin li ser Şengal û Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber berdewam dikin bi meşeke girseyî şermezar kirin.

Şengal – Êrişên dewleta Tirk ev du roj in li ser Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber dewam dikin. Li gor agahiyên herî dawî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êrişan de 14 kesan jiyana xwe ji dest da û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) jî di daxuyaniya xwe ya dawiyê de ragihand ku di êrişên dewleta Tirk de 5 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.

Civaka Êzidî bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê meşek girseyî lidar xistin. Meşa girseyî ya Şengaliyan ji ber deriyê Meclisa Gel ya komelgeha Sinûnê heyanî qada Mam Zekî dewam kir. Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ ‘Bijî Berxwedana Rojava’ hatin qêrîn. Her wiha di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.

Piştî bidawîbûna meşê û yek reqe rêzgirtinê daxuyanî hat dayîn. Endama Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Şemê Remo daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bal li ser êrişan hat kişandin û hat gotin ku dê nikaribin têkoşîn û berxwedana gelan bişkînin.

‘Yên civakê ji DAIŞ’ê parastin dibin hedef’

Şemê Remo Endama Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî êrişên dewleta Tirk şermezar kir, da zanîn ku tekane hêza ku wan biparêze yekîtî û berxwedana Êzidxanê ye û wiha got: “Dewleta Tirk ya dagirker li ser kuştina civakên azadîxwaz jiyan dike û siyaseta xwe ya qirêj didin meşandin. Ev sê roj in balafirên Tirkiyê ji ser Şengal neçûne. Zarokên Êzîdxanê ku çeteyên DAIŞ şikandin û giştî Iraq ji qirêjiyê paqij kirin, îro dibin hedef û qurbaniyên van êrişan. Dewleta Iraqê bêdeng e û guhên xwe digre. Şehîd û birîndarên me hene, lê Iraq bêdeng e. Iraq hevkarê dewleta Tirk û mala Berzanî ye. Miletê me divê fam bikin û rabin ser xwe. Pêwistiya me bi kesî nîne. Em bermahiya 74 fermana ne, me Şengal parast û rizgar kir. Îro jî em dibêjin em bibin yek deng pêwistiya me bi Iraq û kesekî din nîne. Em bi Şehîdên xwe serbilind in. Em bi şehîdan bilind dibin û em li pişta hêza xwe ne.”

Meş bi dirûşmeyan bidawî bû.

‘Em ji tank û topên dijmin natirsin’

Endama Meclisa Jin ya Sinûnê Edûl Şemo li dijî êrişan hêrsa xwe anî ziman, da zanîn ku tu kes nikare îrade û berxwedaniya wan têk bibe û wiha got: “Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û şîfaya acil ji birîndaran re dixwazin. Erdogan bûye weke gurekî har û weke hovan êrişî her kesî û her tiştî dike. Mixabin her kes jî xwe li korî û kerî datîne û van êrişan nabîne. Êrişî Rojava dike û berê xwe dide Şengalê jî. Cihekî nahêle ku êrişî nake. Li Şengal û rojava şehîd hene. Tu kes nikare îrada me tune bike, em ê li ber xwe bidin, em ji teng û topên wan natirsin. Emê karên xwe bikin û berxwedaniya xwe mestir bikin û dengê xwe bigînin dinyayê ku kesek nikare îrada me bikin tune. Erdogan çi dike bila bike, serkeftin ya me ye ya fikirê rast yê vî miletî ye.”

‘Em ê li qadan bin, li ber xwe bidin’

Endama Meclisa Jin a Dîgurê Mihwer Xidir jî wiha helwesta xwe anî ziman: “Balafirên dewleta Tirk êrişî jinan û civakê dikin. Malên sivîlan wêran dikin. Mafekî wan nîne ku êriş bikin û xelkê qetil bikin. Li Şengalê jinek birîndar kiriye, em van êrişan qebûl nakin. Em ê her dem li qadan bin û li ber xwe bidin.  Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û ji birîndaran re şifaya acil dixwazin. Êrişekî dûrî pîvanê mirovahiyê ye.”