Ji Şengalê peyama fermanê: Em ê rê nedin dûbare bibe

Fermana 74’an a di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê pêk hat li Şengalê bi çalakiyan tê şermazarkirin. Îro li Şengalê 5 deqe jiyan rawestiya. Jinên Êzidî peyama “Dijmin hewl da jinan têk bibe lê jin bûn hêz û bersiv. Em ê rê nedin ferman dûbare bibe” dan.

Şengal – Beriya 10 salan di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin û fermana 74’an anîn serê civakê. Di wê fermanê de bi hezaran kes hatin qetilkirin, dîlgirtin û bi hezaran birîndar çêbûn. Bi boneya salvegera 10’emîn a Fermana 74’an li Şengalê îro jiyan rawestiya. Pazar, dukan, qehwexane, xwaringeh û park hemû girtîne. Li her navçe û gundekî Şengalê set di 10’an de 5 deqeyan rêzgirtin sekinîn. Di heman demê de ji bo kesên ku ji bo xwe ji fermanê xilas bikin û bi bê aviyê re jiyana xwe ji dest dan av li ser xelkê belav kirin. Li Sûka Kevin ya Şengalê girseyek mezin kom bûn û ev roja reş bi meşekê şermezar kirin.

Girse ji qada Sitî Zeyneb ya Şengalê bi siloganên ‘Kî bazda Pêşmerege bazda’ heya Sûka Kevin dewam kir û li wir veguherî mîtîngê. Bi daxuyaniyên hatin dayîn komkujî û PDK’ê yê ku civaka Êzidî bi fermanê re rû bi rû hişt û tevî çekên xwe reviyan hatin şermezarkirin. Di heman demê de helbestên li ser roja reş hatin xwendin.

‘Em ê rê nedin ferman dûbare bibin’

Endama TAJÊ Emşê Korkorkî kesên di fermanê de hatin qetilkirin bi bîr anî û banga beşdariya meşê kir ku di setên êvarî de wêbê lidar xistin û wiha got: “Îroj rojek reş e roja fermanê ye. Roja ku DAIŞ, mala Berzanî û Tirkiyê bi hevre ferman anîn serê me. Emê îroj 5 deqan ji bo rihê wan şehîdan bisekinin. Armanca wan ew bû ku jinê têk bibin û tune bikin. Îroj em weke jin sekinîne û şehîdên 74 fermanan bibîr tînin. Ev meheke em weke jinên Êzidî salvegera fermanê dikin. Em hêvî dikin ku îroj meşa ku em lidar dixin serkeftî derbas bibe. Bangawaziya me ji her kesî re heye ku beşdarî meşê bibin set 4’ê êvarî. Dijminan hewil dan jinê têk bibin, lê jin bû hêz û bû bersivek. Jina Êzidî ne ya beriya fermanê ye, em jinên ku tekoşîn dikin niha û emê rê nedin ferman dûbare bibin.”

Banga vegera Şengalê

Neam Mîrza ya ji Şengalê jî şehîdên fermanê bibîr anî û banga vegerê li koçberan jî kir û wiha got: “Îroj em hatine ji bo ku em şehîdên xwe bibîr bînin. Xwida heyf û tola me bibe ji neyaran. Xwestek û doza me ewe ku miletê me hemû vegere ser axa xwe û em hemû bighên yek. Em êzidî bibin yek û destê kesekî dinava me de nebin.