Ji Şehbayê peyama jinan: Nikarin vîna gelê azadîxwaz bişkînin

Bi hezaran koçberên Efrîn û gelê Şehbayê li dijî êriş qirkirinê yên dewleta Tirk daketin qadan û peyama “Bi êrişan nikarin vîna gelê azadîxwaz bişkînin” dan.

Şehba – Li dijî êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriye, bi hezaran koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê herikîn qadan û bertekên xwe anîn ziman.

3 meşên cuda li navçeya Til Rifet, Fafîn û Ehrezê yê Efrîn-Şehba hatin li dar xistin. Di her sê çalakiyan de wêneyên pakrewan û birîndaran, her wiha pankertên bi nivîsên ‘Xeteriya Erdogan li ser tevahî mirovahiyê ye’,’Kuştina jinê kuştina jiyanê ye’ û ‘Na ji binpêkirinên li Efrîn û Kobanê re’ hatin rakirin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pêkirin, piştre li ser navê gel axaftin hatin kirin di axaftinan de bal li ser hovîtiya dewleta Tirk û êrişên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kişandin. Destnîşan kirin ku ev êriş û komkujiyên ku li dijî gelê sivîl tê pêkanîn  têkçûna Erdogan nîşan dide. Hedef girtina binesaziyên herêmê tê wateya ku dixwaze derbeyek li berxwedan û têkoşîna gelan bide, lê wê tu car negihêje aramca xwe û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevgirtina xwe wê li ser şopên pakrewanên xwe bin û berxwedana xwe li dijî êrişên dagirkeriyan berdewam bikin.

Jinên beşdarî meşê bûne derbarê êrişên dewleta Tirk de ji ajansa me re axivîn.

‘Armanca êrişan têkbirina berxwedana gelan e'

Rehîma Hebeş ku bejdarî meşa li navçeya Til Rifeta hatî darxistin de bû diyarkir ku li dijî êriş û gefên dewleta Tirk wê her li ser piya bin û wiha got: "Em îro li dijî êriş û gefên dagirkeriya dewleta Tirk daketine qadan û dengê xwe ji raya giştî re radighînin ku tu car tirsa me ji van êrişan tune ye. Armanca van êrişên hovane ew e ku îrade û vîna gelan bide şikandin. Lê tu carî vîna me nayê şikandin. Em li ser şopê pakrewanên xwe dimeşin. Ji duh ve seranserî gundewarên Şehba û Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve tên hedef girtin û sivîl tên hedefgirtin, komkujiyan pêk tînin. Zarok ji zaroktiya xwe bê par dimînin û jiyana xwe ji dest didin. Em ê heya dawiya jiyana xwe heta ku em welatê xwe ji dagrkerî û çeteyan rizgar bikin em ê li berxwe bidin.”

'Li dijî komkujiyan bêdeng nebin’

Koçbera bi navê Hacer Hese ku beşdarî meşa li navçeya Fafînê ya Efrîn-Şehba hatî li darxistin bû, êrişên dewleta Tirk bi tundî şermezar kir û wiha got: “Em bi darê zorê ji warê xwe koçber bûne û li deverên Şehbayê berxwedana xwe li dijî siyasetên dewletan didomînin. Ev bû 7 sal dewleta Tik koçberên Efrînê li Şehbayê dikin hedef, herî dawî jî duh li Til Rifetê komkujiyek pêk anî di encam de jin û zarok bûn qurbanî. Hemû dewlet li hemberî hovîtî û komkujiyên dagirkeriya dewleta tirk li beramberî sivîlan bêdeng dimînin. Em êrişên ku sivîlan dikin hedef bi tundî şermezar dikin. Peyama me ji dagirkeran re ew e ku tu kes nikare îradeya gelê azadîxwaz bişkîne. Divê bi lez çareserî ji van siyaset û êrişan re bên peydakirin."