Ji Şebnem Korur Fîncanci peyam

Seroka Navenda Konseyî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Prof. Şebnem Korur Fîncanci ya bê ku xebata xwe ya zanîstî temam bike hate girtin, peyama berdewamkirina tevkariya heqiqetê da.

Navenda Nûçeyan - Li Tirkiye politikayek ya zextê li rojnamevan, akademisyen, huqunas û kedkar û hemû  qisman di dewrê de ye. Seroka Navenda Konseyî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Prof. Şebnem Korur Fîncanci ku ji ber daxuyaniyên xwe yên zanîstî yên der barê bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk de hate girtin, ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê peyamek şand.

Peyama Şebnem Korur Fincancı ji aliyê TTB ve hate parvekirin

Peyama Şebnem Korur Fincanci wiha ye: “Dema ku min algorîtma der barê serlêdana me ya nirxandina zanistî de jî di nav de agahiyên berfireh amade dikir, mixabin bêyî ku ez biqedînim rastî pêvajoya binçavkirin û girtinê hatim. Ji bo temamkirina vî karê zanistî, min ji hempîşeyên xwe rêbazên heyî yên NY’yê û çavkaniyên zanistî xwest. Çawa ku hatin, ez ê vî karî temam bikim û bi we re parve bikim. Ez hêvîdarim ku algorîtmayeke bi vî rengî ku rê û rêbazên şopandina rastiyê ronî bike, wê tevkariyê li kesên me yên di oxira lêgerîna heqîqetê de tên krîmînalîzekirin, bike. Şopandina min bidomînin.”