Ji Îtalyayê ji bo Abdullah Ocalan banga li KE'yê: Bi berpirsyarî rabe
Ji Îtalyayê 56 kesayet û 26 saziyan nameyek ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Xavier Bettel re şandin û bang lê kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi berpirsyarî rabe.

Navenda Nûçeyan – Pêngava 'Ji Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî' ku di 10'ê Cotmeha 2023'yan de hat destpê kirin, li seranserê cîhanê her ku diçe mezin dibe. Di vê çarçoveyê de 56 kesayetên Îtalî û 26 saziyan ku siyasetmedar, parlamenter, hunermend, nivîskar, hiqûqnas û aktîvîstên mafên mirovan jî di nav de ne, nameyek ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) Xavîer Bettel re şandin.
'DIVÊ BIRYAR BI CIH WERIN ANÎN'
Di nameyê de şert û mercên êşkenceyê yên giran ên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferzkirin û rola wî ya krîtîk a di çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd de hat bibîr xistin. Di nameye de ji Komîteya Wezîran a Ewropayê hat xwestin ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi berpirsyarî rabe.
Di nameyê de hat diyarkirin ku Abdullah Ocalan 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin û ev tişt hat gotin, "Di nava vê demê de mafên herî bingehîn ên Birêz Ocalan hatin binpêkirin. Serdanên malbat û parêzerên wî ji ber polîtîkayên kêfî yên hikûmetên Tirk hatin astengkirin."
Di nameyê de biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya sala 2014'an û biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li ser Abdullah Ocalan ê di navbera 17-19'ê Îlona 2024'an de hatin bibîr xistin.
DMME’yê di sala 2014’an de biryar da ku cezayê muebetê yê giran ê li Ocalan hatiye birîn, bi temamî rê li pêşiya berdana bi şert girtiye û diyar kir ku ev yek li dijî peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Her wiha hatibû destnîşan kirin ku ji bo girtî bizanibin gelo di siberojê de şansê serbestberdanê heye yan nîne, divê Tirkiye rêziknameyên qanûnî di vê der barê de amade bike.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 17-19'ê Îlona 2024'an de zext li Tirkiyeyê kir ku li gorî biryara 2014'an a DMMEyê tev bigere. Komîteyê diyar kir ku eger heta 20'ê Îlonê ti pêşketin çênebe, ew ê pêşnûme biryara navberê amade bike.
‘Bi milyonan kes daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan dikin’
Di nameyê de bal kişandin ser pêngava navneteweyî ya ‘Ji Ocalan Re Azadî, Ji Pirsgirpka Kurd Re Çareseriya Siyasî” ku 10’ê Cotmeha 2023’yan dest pê kir û hat destnîşan kirin ku li cîhanê bi milyonan kes daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan dikin.
Name wiha ye: “Girîngiya siyasî ya Birêz Abdullah Ocalan a di pevçûna Kurd û Tirkan de nayê paşguhkirin. Piştî ku Tirkiyeyê Bakurê Iraq û Sûriyeyê dagir kir û operasyonên leşkerî domandin, pevçûna Kurd û Tirkan ji sînorên Tirkiyeyê derbas bû û bû pirsgirêkeke herêmî. Çareseriya vê pirsgirêkê dikare ji hemû rojhilata navîn re çareseriyê bîne.”
Di nameyê de bal kişandin ser hewlên navneteweyî yên ji bo azadiya Abdullah Ocalan û wiha hat gotin: “Ji xeynî 69 kesên xwedî xelata Nobelê, ji pîşeyên cuda weke parêzer, aktîvîst, entellektuel, rayedar, hunermend, siyasetmedar nêzî 1500 kesî û Kurdan û dostên wan bangî Konseya Ewropayê û Serokkomarê Tirkiyeyê kirin. Ev bang ji bo dawîlêanîna pergala êşkenceyê ya Îmraliyê û serbestberdana Birêz Ocalan bû. Her wiha bi armanca pêkanîna azadiya Birêz Ocalan gelek torên navneteweyî hatin avakirin û ev hewl îro jî bi biryardarî didomin.”
‘Divê desteya wezîran gavên şênber bavêje’
Di nameyê de behsa hevdîtinên dawî yên bi Rêber Apo re jî hat kirin û hat diyarkirin ku ji bo bi temamî vekirina deriyên Îmraliyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, berpirsiyariyeke gelek mezin dikeve ser milê Konseya Ewropayê.
“Bi saya zexta Konseya Ewropayê û rêxistinên sîvîl û siyasî yên ji çar aliyê cîhanê, serdana ji bo Ocalan a Şandeya DEM Partiyê ya li girtîgehê geşedaneke erênî ye. Lê belê Birêz Ocalan hîn jî mehkûmekî siyasî ye ku bi awayekî li dijî peyman û zagonên mafên mirovan ên navneteweyî girtin. Rewşa heyî nîşan dide ku ev gotina Nelson Mandela çiqas rast e: Tenê mirovekî azad dikare mizakere bike.”
Di berdewama nanemyê de hat diyarkirin ku divê Konseya Ewropayê êdî helwesteke çalak nîşan bide û wiha hat gotin: “Dema mirov pêşketinên dawî li ber çavan digire, êdî wext hatiye ku Komîteya Wezîran a Ewropayê ji bo çareseriya mayînde ya pirsgirêkê gavên şênber biavêje. Birêz Ocalan bi dehan caran aniye ziman ku tevî şert û mercên newekhev ew dilxwaz e ku çareseriyeke aştiyane peyda bike. Divê destûr bê dayîn ku Rêberê Kurd Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike û da ku ew bikare ji bo peydakirina çareseriyeke adilane û demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd a ku bi hehan salan e didome peyda bike, bê serbes berdan. Azadiya Birêz Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayekî siyasî divê Komîteya Wezîran a Ewropayê êdî gavên hiqûqî, dîplomatîk û siyasî biavêje.”
Navê kesayet û saziyên name îmze kirine wiha ne:
Docent Giovanni Russo Spena, Zanîngeha Napolî, Parlamenterê berê û Berdevkê Komîteya Azadiya Ocalan.
Domenico Gallo, Dadger û Senator
Cesare Antetomaso, Hiqûqnas
Lisli Basso, Parêzvana Mafên Mirovan
Franco Ippolito - Parêzvanê Mafên Mirovan
Nicola Fratoianni, parlementer
Angelo Bonelli, parlamenter
Luana Zanella- parlamenter
Marco Grimaldi, parlamenter
Francesca Ghirra, parlementer
Giuseppe De Cristofaro, Senator
Tino Magni, Senator
Franco Mari, parlamenter
Filiberto Zaratti, parlamenter
Devis Dori, Parlamenter
Alfonso Gianni, Siyasetmedar
Luigi Vinci, parlamenter
Moni Ovadia, Şanoger
Maurizio Acerbo, Siyasetmedar û sendîkavan
Vincenzo Marcorelli, Sendîkavan
Roberto Eufemia, Endamê Meclîsê Şaredariya Romayê
Gianni Piazza, Profesor li Zanîngeha Catania
Prof. Fulvio Vassallo Paleologo- Associazione Diritti e Frontiere
Liana Nesta, Parêzer
Federico Venturini, Akademîsyen
Rosanna Labbate, Fonti di Pace OdV
Silvana Barbieri, Fonti di Pace OdV
Andrea Cegna, Rojnamevan
Laura Schrader, senarîst û rojnamevan
Alfonso di Stefano - Carovane Migranti
Antonino De Cristofaro- Esec. Naz. cobas
Alessio Scandurra, Antigone Onlus
Benedetta Buccellato, ANPI
Ambra D'Amico – Şanoger
Teresa Isenburg, li zanîngeha Mîlan profesor
Salvatore Cangemi, Siyasetmedar
Alessandra Cangemi, Rojnamevan
Solange Beatrice Laissy, siyasetmedar
Carla Zucchi - Siyasetmedar
Mauro Compagnoni, Informatiksen
Santuzza Angela Gennaro, İnformatiksen
Fabrizio EVA, Siyasetmedar
Ilaria Salis, parlamentera PE
Augusta Pasquero, Karsazek jine
Giovanni Urro, Perwerdekar
Lucia Zamparo, Perwerdekar
Gianni Sartori, Rojnamevan
Stefano Mannironi, Parêzer
Alfonso di Stefano - Carovane Migranti
Antonino De Cristofaro- Esec. Naz. cobas
Marino Bisso, Rojnamevan
Francesca Cella
Graziella Mascheroni, Seroka CISDA
Piero Bernacchi, Berdevkê Yekîtiya COBAS
Associazione Nazionale Giuristi Democratici
CRED - Centro di Ricerca ed Elaborazione per la Democrazia
ARCI Nazionale
Confederazione COBAS
COBAS Scuola SARDEGNA
Confederazione COBAS DI TERNI
Circolo di Sinistra Italiana "Peppino Impastato" ji Sesto San Giovanni
Fillea Cgil di Roma e Lazio
Associazione Ya Basta Bologna
Rete #NoBavaglio
Associazione Verso il Kurdistan Odv
CUB- Confederazione Unitaria di Base
ARCI Roma
Cultura è Libertà
ESC Atelier Autogestito
CISDA Comitato Italiano
Gruppo Anarchico C. Cafiero FAI Roma
CLAP - Camere del Lavoro Autonomo e Precario
Alkemia News Modena
ASS. Senza Paura Genova
Associazione Senzaconfine
Unicobas Scula & Universita
Gruppo Insegnanti di Geografia Autorganizzati – Giga
Associazione Melitea
Italo Di Sabato (portavoce Osservatorio Repressione)
Punto Rosso, Roberto Mapelli Presidente
Fonti di Pace ODV, Eleonora Bonaccorsi Presidente
Laboratorio Andrea Ballarò di Palermo
Pêngava 'Ji Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî' ku di 10'ê Cotmeha 2023'yan de hat destpê kirin, li seranserê cîhanê her ku diçe mezin dibe. Di vê çarçoveyê de 56 kesayetên Îtalî û 26 saziyan ku siyasetmedar, parlamenter, hunermend, nivîskar, hiqûqnas û aktîvîstên mafên mirovan jî di nav de ne, nameyek ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) Xavîer Bettel re şandin.
'DIVÊ BIRYAR BI CIH WERIN ANÎN'
Di nameyê de şert û mercên êşkenceyê yên giran ên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferzkirin û rola wî ya krîtîk a di çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd de hat bibîr xistin. Di nameye de ji Komîteya Wezîran a Ewropayê hat xwestin ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi berpirsyarî rabe.
Di nameyê de hat diyarkirin ku Rêber Apo 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin û ev tişt hat gotin, "Di nava vê demê de mafên herî bingehîn ên Birêz Ocalan hatin binpêkirin. Serdanên malbat û parêzerên wî ji ber polîtîkayên kêfî yên hikûmetên Tirk hatin astengkirin."
Di nameyê de biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya sala 2014'an û biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li ser Abdullah Ocalan ê di navbera 17-19'ê Îlona 2024'an de hatin bibîr xistin.
DMME’yê di sala 2014’an de biryar da ku cezayê muebetê yê giran ê li Ocalan hatiye birîn, bi temamî rê li pêşiya berdana bi şert girtiye û diyar kir ku ev yek li dijî peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Her wiha hatibû destnîşan kirin ku ji bo girtî bizanibin gelo di siberojê de şansê serbestberdanê heye yan nîne, divê Tirkiye rêziknameyên qanûnî di vê der barê de amade bike.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 17-19'ê Îlona 2024'an de zext li Tirkiyeyê kir ku li gorî biryara 2014'an a DMMEyê tev bigere. Komîteyê diyar kir ku eger heta 20'ê Îlonê ti pêşketin çênebe, ew ê pêşnûme biryara navberê amade bike.
‘BI MILYONAN KES DAXWAZA AZADIYA WÎ YA FÎZÎKÎ DIKIN’
Di nameyê de bal kişandin ser pêngava navneteweyî ya ‘Ji Ocalan Re Azadî, Ji Pirsgirpka Kurd Re Çareseriya Siyasî” ku 10’ê Cotmeha 2023’yan dest pê kir û hat destnîşan kirin ku li cîhanê bj milyonan kes daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan dikin.
Name wiha ye: “Girîngiya siyasî ya Birêz Abdullah Ocalan a di pevçûna Kurd û Tirkan de nayê paşguhkirin. Piştî ku Tirkiyeyê Bakurê Iraq û Sûriyeyê dagir kir û operasyonên leşkerî domandin, pevçûna Kurd û Tirkan ji sînorên Tirkiyeyê derbas bû û bû pirsgirêkeke herêmî. Çareseriya vê pirsgirêkê dikare ji hemû rojhilata navîn re çareseriyê bîne.”
Di nameyê de bal kişandin ser hewlên navneteweyî yên ji bo azadiya Abdullah Ocalan û wiha hat gotin: “Ji xeynî 69 kesên xwedî xelata Nobelê, ji pîşeyên cuda weke parêzer, aktîvîst, entellektuel, rayedar, hunermend, siyasetmedar nêzî 1500 kesî û Kurdan û dostên wan bangî Konseya Ewropayê û Serokkomarê Tirkiyeyê kirin. Ev bang ji bo dawîlêanîna pergala êşkenceyê ya Îmraliyê û serbestberdana Birêz Ocalan bû. Her wiha bi armanca pêkanîna azadiya Birêz Ocalan gelek torên navneteweyî hatin avakirin û ev hewl îro jî bi biryardarî didomin.”
‘DIVÊ DESTEYA WEZÎRAN GAVÊN ŞÊNBER Û DÎPLOMATÎK BIAVÊJE’