Ji 52 welatan jinan banga azadiya Aysel Tugluk kirin
Jinan ji bo serbestberdana girtiya nexweş Aysel Tugluk li ser medyaya civakî kampanyaya #AyselİçinGeçOlmadan dan despêkirin. Heta niha ji 52 welatan bi qasî 6 hezar jinên beşdarî kampanyayê bûne banga serbestberdana Aysel Tugluk kirin.
Navenda Nûçeyan – Jinên ji bo azadiya Aysel Tugluk di nava hewildanan de ne bi îmzaya "Ji bo azadiya Aysel Tugluk 1000 jin" di 7'ê Çileyê de dest bi kampanyayê kirin û di demeke kurt de ev bi piştgiriya 6 hezar jinên ji 52 welatî veguherî bangeke berfireh. Jinan li ser medyaya civakî bi kampanyaya #AyselİçinGeçOlmadan bang li Wezareta Dadê û Saziya Tipa Edlî (ATK) kirin ku peywira xwe bi cih bînin.
“Em ji bo Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş azadiyê dixwazin”
Jinên bal kişandin ser rapora ku Aysel Tugluk nikare di girtîgehê de bimîne û xwestin Ayselê demildest bê berdan. Jinan xwestin biryar li gor hiqûq û mafên mirovan li ber çavan re bê derbaskirin û bang li Wezareta Dadê û Saziya Tipa Edlî kirin ku li gor hiqûqê û mafê mirovan tev bigerin, bi etîketa #AyselİçinGeçOlmadan ji bo Aysel Tugluk wiha gotin:"Em wekî jin di vê pêvajoya bêhiqûq de bang li hemû rayedaran dikin ku li gor hiqûq û zanyariyê tev bigerin. Em di her qada jiyanê û têkoşînê de ji bo Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş azadiyê dixwazin."