ILO: Dibe ku li herêmên erdhejê karkeriya zarokan zêde bibe

ILO hişyarî da ku ger li Tirkiyeyê û Suriyeyê ji herêmên erdhejê re piştgirî neyê dayîn, xizanî, bêqeydbûn û karkeriya zarokan zêde bibe.

Navenda Nûçeyan- Piştî erdheja hilweşanker ya navenda wê Mereşê, li Tirkiyê gelek şaxen kar û karsazî xirab bandor bûn. Li herêma erdhejê bi hezaran kes bêkar man. Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) der barê bandora erdhejê ya li ser bazara kar de raporek weşand û ji bo bi sed hezaran karkerên li Tirkiye û Sûriyeyê banga 'piştgiriya lezgîn' kir. Di raporê de bi taybetî bal hat kişandin li ser xeteriyên ku ger ji herêmên erdhejê re piştgirî neyê dayîn, xizanî, bêqeydbûn û karkeriya zarokan zêde bibe.

Li gorî daneyên ewil ên li Tirkiyeyê hatin amadekirin, ji ber erdhejê 658 hezar karker jiyana xwe ji dest dan. Di erdhejê de zêdeyî 150 hezar cihên kar hatin rewşa nayên bikaranîn. Li gorî texmînên ILO, her yek ji karkerên ku di erdhejê de mexdûr bûne, ger nikaribin karekî peyda bikin, mehane zêdetirî navînî 230 dolaran winda dikin. Ev jî tê vê wateyê ku li herêma erdhejê mehane derdora 150 milyon dolar zirara dahata kedê ye.

Rîsk zêde bûn

Li parêzgehên ku li Tirkiyeyê ji ber erdhejê zirar dîtine zêdetirî 4 milyon karker hene. Piraniya van karkeran di çandinî, hilberîn, bazirganî an jî xizmetên din ên nirx-zêde de cih digirt. İLO, ji bilî windakirina îstihdahê ya ji bo Tirkiyeyê hişyarî dide ku bi xetereyên tenduristî û ewlehiya kar re di qada karkeriya zarokan de xeterî zêde dibin.

Li aliyê din li gorî sendîkayan rêjeya bêkariya jinên li herêma erdhejê ji rêjeya bêkariya jinan li welat zêdetir e. Di sala 2021'an de li seranserê welat rêjeya bêkariya jinan ji sedî 14,7’e, li herêma erdhejê ev rêje 2,1 pûan zêde bû û wek ji sedî 16,8'an hatibû tomarkirin.

Li Tirkiyeyê di sala 2021'an de bi tevahî bêkariya jinan 1,5 mîlyon e. Ji sedî 10’ê bêkariya giştiya jinan an jî zêdetirê 141 hezar jinan jî jinên bêkar ên li herêma erdhejê dijîn, pêktînin.

Li Sûriyeyê 170 hezar kes karê xwe windakirin

Li Sûriyê di şert û mercên aborî û piyasaya hêza kar ya ji ber şerê 12 salin didome, nêzîkî 170 hezar ji ber erdjhejê karê xwe windakirin. Li gorî raporê, ev ziyan rasterast bandorê li 154 hezar mal û zêdetirî 725 hezar kesî dike. Li welat derdora 35 hezar kargehên mîkro, biçûk û navîn jî zirar dîtin. Li bajarên Heleb, Hama, Îdlib, Laziqiye û Tertûsê yên Suriyeyê ku ji ber erdhejê zirar dîtine, ji sedî 42,4’ê nifûsa welat dijîn. Ji 7,1 mîlyon kesên di temenê kar de, 2,7 mîlyon bi fermî an ne fermî dixebitin, ji wan ji sedî 22,8 jin bûn.

'Divê Îstîhdam bê piştgirî kirin’

Dîrektorê Giştî yê ILO’yê Gilbert F. Houngbo diyar kir ku divê li herêmên ku erdhej lê bandor bûne îstîhdam bê piştgirî kirin û wiha got: "Mirov encax ger derfetê wan yê debara xwe ji nû ve bê ava bike dikarin dest bi avakirina jiyana xwe bikin. Ji bo kesên ku di erdhejê de zirarên mezin dîtine nîşan bidin ku pîvanên karê bi rêgeza mirovî û edaleta civakî bingehê pêvajoya ji nû ve avakirinê ne.”