IFJ: Li Îranê 12 rojnameger girtî ne

Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ) diyar kir ku 12 rojnameger di girtîgehên Îranê de girtî ne û daxwaza berdana rojnamegeran kir.

Navenda Nûçeyan – Di berdewamiya serhildana gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de, gelek rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan hatin girtin û îşkencekirin. Federasyona Navdewletî ya Rojnamevanan (IFJ) di daxuyaniyekê de, zext û astengiyên dewleta Îranê li ser rojnamevanan û mafê raya giştî ya wergirtina agahiyan şermezar kir.

'Divê rojnameger bên berdan'

Federasyona Navneteweyî ya Rojnamegeran lîsteyek rojnamevanên girtî yên li Îranê belav kir û têde zextên dewleta Îranê yên li dijî azadiya çapemeniyê rexne kir. Di daxuyaniyê de girtina rojnamegeran weke hişyariyeke cidî hat binavkirin û hat destnîşankirin ku niha 12 rojnameger di girtîgehên Îranê de girtî ne. Federasyonê daxwaz kir ku dewleta Îranê di zûtirîn demê de dawî li zextan bîne û rojnamegeran serbest berde.

Navê rojnamegerên ku di girtîgehên Îranê de girtî ne wiha ne: Nîlufer Hamedî û Elaha Mohammadî yên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin, Iman Bahbsand, Weda Rabbani, Farzana Yahya Abadi, Farkhunda Ashouri, Hashem Moazinzadeh, Maral Dar Afrin, Amir Maskani, Siamand Mohtadi, Gina Mudarres Karaji û Kamiar Fakour.

Li hemberî vê yekê Navenda Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku di Gulana borî de herî kêm 107 kes hatine girtin û revandin û li gorî agahiyan 54 Kurd, 21 jin, 6 aktîvîstên medyayê, 6 mamoste û xwendekarek jî di nav girtiyan de hene.