ICOR'ê 1'emîn Konferansa Jinan lidar xist
ICOR'ê di 1’emîn Konferansa Jinan de jinên ku li çar aliyên cîhanê berxwe didin silav kir û biryara avakirina koordînasyonek jinan girt.
Navenda Nûçeyan - Koordînasyona Enternasyonal ya Partî û Rêxistinên Şoreşger (ICOR) 1’emîn Konferansa Jinan li dar xist.
Tirkiye/Bakurê Kurdistanê, Meksîka, Arjantîn, Bangladeş, Fransa, Hollanda, Almanya, Îngilîstan û Afganîstan jî di nav de ji 16 welat û 18 rêxistinan gelek jin beşdarî konferansê bûn.
Ji Afganistan rêxistina Rawa bi peyama xwe konferansê silav kir, Nûnera Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Evîn Paşo û Nûnera Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) Fadya Sîdo jî ji bo konferansê peyamek dîtbarî şandin. Komîteya Rêxistinkirina Konferansa Jinê ya Cîhanê bi peyama ku ji Tûnisê şand, hemû jinan vexwend konferansa ku dê di 4'ê Îlonê de li Tûnisê bê lidar xistin.
Jinan ji welatên xwe agahî parve kirin
Li gor nûçeya li ETHA'yê cig digre, rêxistinên jinan der barê rewşa jinên li welatên xwe de agahî dan. Zêdebûna tundiya li dijî jinê bû xala hevpar a her welatekî. Jinên ku bal kişandin ser şerê Ûkraynayê û destnîşan kirin ku divê têkoşîna aştiyê mezin bibe. Piştî konferansê nûnerên jin derketin ser dikê û ji Rojava heta Afganistanê, ji Îngilterê heta Meksîkayê hemû jinên berxwedêr silav kirin.
Dê Koordînasyona Jinan bê avakirin
Di encamnameya ku piştî konferansê hat weşandin de, cih girt ku ICOR biryara li navenda xwe avakirina koordînasyona jinan girtiye. Her wiha hemû partî û rêxistinên ji pêkhateya ICOR’ê erka bilindkirina têkoşîna azadiya jinê ya di xeta şoreşgerî de hat bibîr xistin.
Di konferansê de li ser rewşa Aysel Tugluk a ku tevî nexweşiya xwe ya demansê di girtîgehê de dimîne bal hat kişandin û banga berdana hemû girtiyên siyasî yên ji Meksîkayê heta Îranê hat kirin.
Şoreşa Jinê hat silavkirin
1'emîn Konferansa Jinan a ICOR'ê, şoreşa jinan a li Rojava jî bi van gotinan silav kir: "1’emîn Konferansa Jinan a ICOR'ê li dijî gef nû ya dagirkeriyê yê dewleta Tirk a faşîst ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketinek çalak datîne holê. Di vê pêvajoya tarî ya ku emperyalîzm cîhanê ber bi qeyranêk vekirî re dixiriqinê, sestkeftiyên jinên li Rojava dronahiyek hêviyê ye. Pêdiviya me jinan bi Rojava heye, pêwîstiya Rojava jî bi me heye. Jinên ICOR wekî di kampanyaya piştgiriyê ya avakirina nexweşxaneya Kobanê, di 3'emîn Konferansa Cîhanê ya Jinên Ji Bingehê tên ya li Tunîsê bê li dar xistin de jî kampanyayek piştgiriyê ya pratîkî pêşniyar bike. Em bang di serî de jinan li hemû mirovahiya pêşverû dikin ku li dijî dagirkeriyê bikevin nava çalakiyê."