Hunermend Someya Mihemed: Em ê xwedî li berxwedana gelê xwe derkevin

Hunermend Someya Mihemed têkildarî çêkirina klîba nû ya bi navê “Bendava me ye” got ku hunermend bi çêkirina stranan piştgirî didin berxwedana dîrokî ya Bendava Tişrînê.

PELÎN NUPELDA

Qamişlo – Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 13 salin ji bo ku hebûn, çand û nasnameya xwe biparêzin, li hemberî êrîşên derve û hundir, di nava berxwedan û tekoşînê de ne. Bi taybetî di 8’ê Kanûnê de bi destpêkirina êrîşên Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser Minbicê û di 8’ê Çileyê de li ser Bendava Tişrînê, berxwedanek dîrokî ji hemû aliyan de tê meşandin. Beşek ji berxwedêrên Bendava Tişrînê jî hunermendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Hunermend, bê rawestan di her alî de bi huner û stranên xwe piştgirî didin berxwedana Bendava Tişrînê û bi stranên xwe bersiv didin dagirkeran.

Hunermendan bi vê armancê klîbek bi navê ‘Bendav Ya Me Ye’ klîbek amade kir. Hevseroka Tev-Çand a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hunermend Someya Mihemed têkildarî çêkirina klîbê û berxwedana ku li Bendava Tişrînê tê meşandin ji ajansa me re axivî.

Someya Mihemed diyar kir ku klîba ji bo Bendava Tişrînê çêkirine, wek endameke çandê û jinek Hunermend çiqas hestên xwe bi stranên xwe bidin vî gelî, belkî têr neke û wiha got: “Dema em dibêjin hunermend, bi çi rêbazê dibe bila bibe peyamek an stranek didin gelê xwe, ew moral dide gel. Mîna ku Rêbertî jî dibêje hunermend pêşengên civakê ne. Bendava Tişrînê Bendava Berxwedaniyê ye, belkî em wek hunermend bi stranek nikaribin tam bînin ziman, lê emê her têkoşîn bikin ku bikaribin vê qehremaniyê nîşan bidin. Ji bo piştgiriya Bendavê banga seferberiyê hat kirin, em jî wek endamên çandê ji bajarê Dêrikê heta Herema Firatê hemû tevlî bûn. Ev erkeke li ser milê me hemûyan e jî. Wek hunermend me bi xwe jî  tevlîbuna xwe kêm didît û ya rastî gerek mirov timî li kêleka gelê xwe be. Dema berê me bi gotin digot gerek em li kêleka gelê xwe bin, lê belê îro herdû bûne yek û êdî gotin tenê têr nake.”

‘Gel ji 7 salî heta 70’salî parastina bendavê dikir’

Someya Mihemed balkişand ser şerê gelê şoreşgerî ku dema mirov diçe Bendava Tişrînê dibîne ku hêz û gel bûne yek û wiha pê de çû: “Wek hunermend êdî di wê derê de, rola te çiye û tu dê çawa bikî, gerek di her alî de tu ji wî gelî û hêzê re bibî bersiv. Me jî wek hunergeha Şehîd Welat ew stran çêkir. Ew stran bi xwe foklurî ye, me gotinên wê guherandin.  Me xwest em berhemek çêkin belkî vê şoreşê tam nayne ziman, lê belê me xwest em jî di nav gelê xwe de bin. Dema em çûn Bendavê, me dît ku rastiya wê cuda ye, bi gotinan mirov nikare bîne ziman. Em bûn şahidên moral û kelecana gel a ji 7 salî heta 70 salî, dema digotin Bendav ya me ye em dev ji Bendavê bernadin, bi rastî bi hezkirinek mezin gel li wê derê tekoşîn û parastina Bendavê dikir.”

‘Divê em bi stranên xwe ji gelê xwe re bibin bersiv’

Someya Mihemed da zanîn ku dema berxwedan û moralê gel dîtine, xwestine li bendavê wê klîbê çêkin û wiha got: “Dema me hewl dida em vê klîbê çêkin, gelek zor û zehmetiyên wê hebûn lê belê hezkirinek di nava vê rewşê de hebû, me jî di nav gel de çêkir. Dema me dîmen dikşandin, gel jî bi me re digot, hîn zêdetir hezkirinek û kelecan bi me re çêdibu. Me navê stranê kir ‘Bendav Ya Me Ye’, ji ber ku me xwest para me di Berxwedana Bendavê de hebe. Bi taybetî wek jinek hunermend, kêfxweşiya vê yekê, ji bo min cuda bû. Min digot ji bo wê axê em çiqas bikin jî kêm e. Ji ber ku şoreş şoreşa jinê ye, me li Bendava berxwedanê jî dît ku jin çawa pêşengtiyê dikin. Ew rastiya ku dema jin pêşeng be, min di berxwdana bendavê de dît. Me gelek stran gotin, lê ew ji bo min cuda bû. Min xwe di wê de didît, ji ber kêfxweşiya wî gelî. Dema mirov dibêje hunermend, divê mirov hunermendên gel û şoreşê bin. Eger gelê te tune be, wateya hunera te jî tune ye. Me li vir ew tişt dît. Wek hunermend çi dibe bila bibe, em ê xwedî li wî gelî derkevin. Emê bi stranên xwe xwedî li êş û maf û kêfwaşiya wan derkevin.”

Banga ji bo hunermendan

Someya Mihemed di dawiya gotinên xwe de bangewaziyek kir û wiha got: “Wek hunermend, divê li derveyê Rojava û di hundirê wê de, em bêdeng nemînin û xwedî li berxwedana gelê xwe derkevin. Gelek hunermend li derve dijîn, gerek bêdeng nemînin. Îro gerek xwedî li vî gelî bê derketin. Bi taybetî jî hunermendên jin û wek nivîskar, rewşenbîr, divê dengê we û yêkitiya we hebe. Eger Bendava Tişrînê here, wê Rojava jî bikeve xeteriyê. Îro roja hebûn û tunebûnê ye. Ew berxwedanek pîroz e. Bi taybetî em hunermend Bavê Teyar ku canê xwe ji bo wî gelî da û gelek hunermendên din ên ku birîndar bûn jî, bi bîr tînin. Em ê xwedî li têkoşîn û keda wan derkevin û şopdarên rêya wan bin.”