Hunermend Pinar Aydinlar hat binçavkirin

Hunermend Pinar Aydinlar bi hinceta gotina “Ne Tuncelî, ji bo me Dêrsim e” hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Hunermend Pinar Aydinlar ku di hevdîtineke li Stenbolê de gotina “Ne Tuncelî, ji bo me Dêrsim e” kir û wêneyê Seyîd Riza hilgirtin, hat binçavkirin.

Hat zanîn ku Pinar Aydinlar di çarçoveya lêpirsîna “Pesindayina sûc û sûcdar” a Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatiye binçavkirin.