Hûn kî ne?

MİZGÎN RONAK
Niha helbesta Cegerxwîn çiqas ji we dûr e, çiqas ji ber we ve şerm dike, çiqas bi hêrs e. Niha “Kî ne em” hêrsê li we dibarîne. Lew kes nizane hûn kî ne û çi ne! Gelo hûn Tîmûrê barbar in ku kef bi ser devê wan dikeve dema li dora cenazeyan digerin. Hûn çi ji wan dixwazin bi kîjan êrîşên Tîmûrî nêzî wan lehengên welat dibin.
Bêjin hûn çi ji şehîdên Werxelê dixwazin. Bi kîjan destên qirêj, bi kîjan awirên xayîn li wan dinêrin ku bi mehan e wan nadin malbat û hevalên wan.
Kî ne em we red dike. Êdî kî ne em behsa we nake lew nizane hûn kî ne. Qey hûn têjikên Cegnizxanê xwînxwar in ku cenazeyên şehîdên Werxelê wiha dikin xencerek bêdawî li bedena Kurdistana şehîdan. Hûn çi ne? Têjikên Cengizxan çi didin we ku hûn hem xwişk û birayên xwe dikujin hem jî cenazeyên wan nadin. Qet nebe pepûkê got; “Kê kuşt, min kuşt, kê şûşt min şûşt, kê xwar, min xwar!” Lê we xwe teslîmê bêdengiyek rûreş kiriye. Bêjin hûn kî ne. Ew gerîla çima şehîd bûn û çima niha li goristanên welat razayî nîn in? We ew teslîmê fermandarên xwe yên mijokdariya tirk kirin? We çi bi wan kir! Li ku ne ew cangorî? Li jêr kîjan newala birakujiyê ne? Na. Ev êdî birakujî jî nîn e, şehîdkujî ye û jixwe ji bo ku kî ne em ê we ji nav rûpelên xwe avetiye biratî jî nemaye, kurdîtî jî. Çi heyf e ku we piştî serfiraziya kurdîtiyê ya bi hezaran salan vî zirxê kirêt li xwe kir! Zirxê şehîdkujî (lew bêrêziya li hemberî cenazeyan şehîdkujî ye) û welatkujî ye, zirxê bûyîna dijminê her tiştê xwe (zirxê ku kurdan li navbera sînorê Polonya û Belarûsê dike qurban jî ne ew zirx e? Kurd çima ji Kurdistana xweser direvin?)
Kî ne em niha bi lingên bagerê li welat dimeşe. Li paş her deriyê, li bin her kevirî, li ber her “gora bêkes” li şehîdên Werxelê digere! Seydayê cegerbikul hestên me bi bilûrek qedîm dijene. Raman dibin teyrên Feqî û li şehîdên Werxelê dipirsin. Gul deste bi deste li pey wan in, dizarin dibêjin; “Em ji bo we ne, em ji bo we ne!”
Kî ne em bi awirên eyloyî li welat digere û dipirse; hûn kî ne! Kanê neviyên Kawa û Ristemê Zal, kanê şêr û karxezalên şepal? Ên ku şehîdan “berze dikin” ji me re tu car nabin dost, bira û heval.
Hûn kî ne, kengê wiha bûn bende û peyayên gurên boz? Wan ji we re gotin “Cenazeyan nedin em jî bi sedsalan e wiha dikin. Em kuştinê jî mirinê jî ji wan distînin, nahêlin ku şehîdên xwe di hembêza xwe û axa xwe de veşêrin!” Bi rastî jî qey hûn dersê ji gurên boz digrin êdî bi tecrubeyên wan dijîn? Ma ne beriya ku ew bêjin jî we bi çavên xwe dîtibû ku hem Sedam, hem jî Şah û Mela, hem jî “Behçeliyên” wan wiha dikirin. Hûn jî bi stranên karwanê şehîdên bêgor mezin nebûn? Niha çima tevli vê sûcê mezin dibin?
Êdî dev ji Cengizxaniyê berdin, şehîdan emanetê dildarên wan bikin, gavek zûtir û bihêlin bila hespên Asyaya Navîn we bi ku ve dibin bibin lew bi vî awê we xwe kir xerîb û dijminê vî welatî û piştî ‘şehîdkujiyê’ her tişt bi dawî dibe. Êdî cihê we li tu derê nemaye. Kî ne em bera we dide, dibêje herin! Hemin we wisa xwe bi destên wan ve berdaye, heta jêrxaneyên qesrê nesekinin. Lew em ne şehîdkuj in û şehîdkujan tu carî napejirînin!