Huda Kaye hate berdan

Parlamentera berê ya HDP'ê Huda Kaya, piştî itiraza parêzeran duh hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya ku duh piştî ku cezayê wê yê salek û 6 mehan teqez bû, wê şandin Girtîgeha Jinan a Vekirî ya Elmadaga Enqereyê, hate berdan.  

Parêzera Huda Kaya, Zîlan Leventoglûyê ragihand ku piştî itiraza ku kirine Huda Kaya hatiye berdan.

Hêjayî bi bîrxistinê ye parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya di sala 2022’yan de gava wek endama parlementoyê ji bo dîtina kurê xwe Cîhad Ebrarî yê di Girtîgeha Çanakkaleyê de ye çû girtîgehê, di çenteyê wê de telefonek hat dîtin û salek û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.