Hozan Mizgîn li Şehbayê hat bi bîr anîn

Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) di salvegera wê ya 32’emîn de li kantona Şehbayê bi çalakiyekî hate bi bîr anîn. Di çalakiyê de hate diyar kirin ku Hozan Mizgîn bi huner û dengê xwe bûye mînaka jina azad û leheng.

Şehba- Tevgera Çand û Huner û Hîlala Zêrîn ên Efrîn-Şehbayê, bi boneya salvegera 32’emîn a Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) çalakiyek bîranînê li dar xist.

Çalakî li hola Çand û Huner a navçeya Ehdas Şehbayê hate lidarxistin. Hol, bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hûnermend û pêşenga têkoşîna jinên Kurd Hozan Mizgîn hat xemilandin.

‘Xeta jina azad bi huner û têkoşîna xwe parast’

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Hevseroka Tevgera Çand û Huner Efrîn-Şehba Newroz Silêman axivî û wiha got: "Em salvegera şahadeta Hozan Mizgîn û tevahî pakrewanên Tev-Çandê bi bîr tînin û soza xwe li ser şopa wan carek din nû dikin. Hozan Mizgîn bi huner û dengê xwe bû mînaka jina azad û leheng. Li hemberî hêzên desthiladar û rûxmê hemû şert û mercên jiyanê yên dijwar çanda gelê xwe bi rêya dengbêjiya xwe zindî dikir û di nava civakê de belav dikir.

Îro bi hezaran Mizgîn li ser dikê azadiyê çanda xwe zindî dikin û ji qirkirinê diparêzin. Em ê şopdarê Hozan Mizgîn bin û tu carî dev ji xebatên xwe yên çandî û hunerî bernadin û ji nifşên nû re her zindî bikin. Hozan Mizgîn bû bingeha avakirina koma Berxwedan ê stranan û bi dengê xwe yê zelal û tilliyên xwe yên zêrîn xwe gihand hemû dilên mirovan û xeta jina azad bi huner û têkoşîna xwe parast."

Piştre der barê jiyana Hozan Mizgîn û cangoriyên Tev-Çand de sinevîzyonek hate pêşkêşkirin. Di dawiya çalakiyê de koma stranan ên Tevgera Çand û Huner û Hîlala Zêrîn derketin ser dikê û stranan vegotin.