Hişyariyên der barê vîrûsa Ebolayê de zêde dibin
Vîrûsa Ebolayê ji kontrolê derketiye. Li parzemîna Efrîkayê hejmara miriyan zêde dibe û fînanseya ji bo rûbirûbûna şewbê gihîşt 1.4 milyar dolarî. DYE ji bo rewşê ket nava liv û tevgerê de.
Navenda Nûçeyan – Pêla belavbûna vîrûsa Ebolayê li çend welatên Efrîkayê lez dibe. Di vê derbarê de saziyên tenduristiyê li ser berfirehbûna qada belavbûnê û zehmetiya kontrolkirina enfeksiyonê hişyariyan didin. Rapor piştrast dikin ku rûdanên pêketinê bi awayekî fikar zêde dibin û ev yek jî daxwaza xurtkirina tedbîrên şopandinê dike.
Hezar û 203 rewşên nexweşiyê û 304 kesan jiyana xwe ji dest dan
Rêveberiyên tenduristiyê yên DYE’yê diyar kirin ku ji bo pêşî li pêşveçûyîna virûsê bigrin asta bilind de tedbîr hatine girtin. Ev biryar piştî daxuyaniya Komara Demokratîk a Kongoyê hat girtin ku tê de hatibû diyarkirin hejmara pêketiyên piştrastbûyî gihîştiye hezar û 203 rewşan û di nav wan de 304 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Saziyên tenduristiyê ji bo kontrolkirina belavbûna bilez, dozên dermanên ezmûnî şandin Kongoya Demokratîk û Ugandayê ku hê jî pêla belavbûna vîrûsê li wan deran ji bin kontrolê derketiye.
Fînanseya pêwîst gihîştiye 1.4 milyar dolarî
Berpirsên tenduristiyê tekez kirin ku xurtkirina şopandina epîdemiyolojîk alîkarî daye tespîtkirina zû ya pêketiyên nû. Ev yek nîşan dide ku rêjeya veguhastina enfeksiyonê her hefte di nav niştecihan de zêde dibe. Di heman çarçoveyê de, Navendên Efrîkayê yên Kontrolkirina Nexweşiyan ragihandin ku fînanseya pêwîst ji bo rûbirûbûna vê şewbê li parzemînê gihîştiye 1.4 milyar dolarî, ku ev yek sê qat zêdetirî daneyên berê ye.
Rêveberê Giştî yê Navendan destnîşan kir ku ev daneyên nû piştî şêwirîna bi pisporên hikûmeta Kongo û saziyên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve hatine girtin; nemaze ji ber berfirehbûna qada belavbûnê û zêdebûna hewcedariya bi çavkaniyên zêde ji bo kontrolkirina wê.