Hiqûqnas Margaret Owen azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan xwest
Parêzera Mafên Mirovan Margaret Owen OBE ya ku bi boneya 26’emîn salvegera komploya navanetewî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêyamek şand, hewldanên aştiyê ya Abdullah Ocalan bibîr xist û azadiya wî ya fîzîkî daxwaz kir.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250212-margaret-owen-inspirational-figure-jpg893a88-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – 26’emîn sala komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê tê girtin. 26 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê berxwedanekê mezin dide. Pengava ku gelê Kurd û dostên wan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd dan destpêkirin jî gerdûnî bû.
Yek ji navên ku pêşengiyê ji kampanyayê re dike jî Parêzera Mafê Mirovan a Navnetewî, Seroka Jinên Ji Bo Aştiya Bi Riya Demokrasiyê (WPD) û Endama Desteya Rêveber a Kampanyaya Aştiyê ya li Kurdistanê Margaret Owen OBE ye.
Margaret Owen OBE bi dîmena ku ji ajansa me re şand komploya navnetewî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bal kişand ku divê tavilê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were.
Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan
Margaret Owen OBE bi gotina “Û kê, divê kê ji girtîgehê bê derxistin? Êdî dem hatiye ku rêberê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan” dest bi axaftina xwe kir û wiha domand:
“Kesayetekî alîgirê aştiyê ya ku bi awayekê bê hiqûqî li Girava Îmraliyê 26’emîn sala xwe tijî dike, deh salên dawiyê ji bo çareseriyekê siyasî ya ji bo pirsgirêka Kurd bang dike û kesayetekî ku ji me re dibêje bi bombeyan, bi balafirên bê mirov, çekên kîmyewî dev ji têkbirina Kurdan berdin. Ew kesayetekî aştiyê ye.”
'Hê jî çekê didin Erdogan'
Margaret Owen OBE bal kişand ku ji bo Sûriye, Rojhilata Navîn û tevahî cîhan ji gefa DAIŞ’ê bê parastin divê ji HTŞ (Heyet Tehrîr El Şam) a cîhadîst re destûr neyê dayîn. Margaret Owen OBE wiha got: “Ne tenê Sûriyeyê û cîhanê, ger em dixwazin ku tevahî cîhanê ji DAIŞ’ê, ji terorîstan, ji cîhadîstan biparêzin, divê em li pêşiya vê yekê bibin asten ku Sûriye nebe navendekî nû ya bilindbûna DAIŞ’ê. Divê em destûr nedin HTŞ ya ku niha li Sûriyeyê rêveberiya demkî birêve dibe û bi ti awayê naxwaze bi Kurdan re were ba hev. Kurdan, komên cûda yên etnîkî û olî naxwazin. Baş e, çima her kes ewqas bê deng e? Ji ber ku ji bo Tirkiyê li ba xwe bihêlin komployek navnetewî heye. Ji ber vê hê jî çekê didin Erdogan, sûcdarekî, dîktatorekî. Çek didin wî hewl didin wî li aliyê xwe bigirin. Baş e, çima vê yekê dikin? Dibe ku ji ber vê yekê be ku hemu lîstoka siyasî tenê têkoşîna di navbera Rojhilat û Rojava de ye. Ji ber ku têkildarî hevsengiya hêzê ya di navbera Rusya, Çîn û Rojava de ye.”
‘Berdewamkirina komploya navnetewî bi rastî jî dehşet e’
Margaret Owen OBE bibîr xist ku ji bo salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê çend roj mane û wiha domand: “15’ê Sibata 1999’an ew roj e ku Ocalan bi awayekê derzagonî hat revandin. Ew roj e ku ji Balyozxaneya Yewnanistanê ya li Naîrobî, bi alîkariya Mossad, Îsraîl, DYE û Keyaniya Yekbûyî hat girtin. Û her tişt ew roj destpê kir. Beriya vê bi 26 salan. Bi rastî jî dehşet e ku Tirkiye çi bike jî ev komploya navneterî ya piştgiriyê dide wî, hê jî didome.”