Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê destpê kir

Dengdana giştî ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê, bi pêşengiya Komisyona Bilind ya Hilbijartinên Iraqê destpê kir.

Navenda Nûçeyan – Dengdana giştî ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê, bi pêşengiya Komisyona Bilind ya Hilbijartinên Iraqê, li her çar herêmên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebceyê destpê kir.

Bi giştî hezar û 191 namzet dê ji bo 100 kursiyan bikevin pêşbirkê û di hilbijartinan de li 4 parêzgehan bi giştî 368 jin bûne namzet.