Hilbijartinên giştî yên Iraqê destpê kir
Hilbijartinên pêşwext ya Encûmena nunerên Iraqê îro di saet 7’an de destpê kir wê heta saet 6:00’ê êvarê dom bike. Bi giştî 23 milyon, 986 hazar û 741 kes xwedî mafê dengdanêne ku 329 parlementeran bişinin parlemena Iraqê.

Navenda Nuçeyan- Di saet 7:00’ê sibehê de li seranserî Iraqê dengdana giştî destpê kir û wê heta 6:00’ê Êvarê bi dawî bibe. Li gora Komisyona Bilind a Hilbijartinê li tevahî Iraqê 32 milyon, 986 hezar û 741 kes xwedî mafê dengdanê ne. Li herêma Kurdistanê ji wana 3 milyon, 486 hezar û 787 kes xwedî mafê dengdanê ne, li gora vê hêjmarê yek milyon, 941 hezar û 306 kesan qerta bayometreya dengdanê girtiye. Ji bo hilbijartinê heşt hezar û 273 navendên dengdanê vekirine, bi giştî sê hezar û 249 berendam hene ku ji wana 951 berendamên jinin û dû hezar û 298 berendamên mêrin. Hilbijartin ji bo 329 kursiyên parlemenê ne.
Li gora bajaran
Li bajarê Hewlêr yek milyon, 238 hezar û 379 kes xwedî mafê dengdanê ne, ji wana 577 hezar û 597 kesan kerta bayometrî ya dengdanê girtine.
Li bajarê Silêmaniyê yek milyon û 425 hezar û 705 kes xwedî mafê dengdanê ne ji wana 842 hezar û 980 kesan kerta bayometra dengdanê girtiye.
Li bajarê Dihokê 822 hezar û 703 kes xwedî mafê dengdanê ne, ji wana 520 hezar û 729 kesan qerta bayometrî ya dengdanê girtine.
Di vê hilbijartinê de li seranserî Iraq sê hezar û 240 berendam bejdar bûne, li gora çarçoveya 21 hevpeymanî û 109 listeyên partî û aliyên siyasî û beşek ji berendamên serbixwe bejdarî hilbijartinê bûne ku bikarin 329 kursî li parlemena Iraqê bi destbixin.