‘Hilbijartin pêkanîna yek ji bendên hevpeymana civakî ye’

Endama Komîseriya Bilind a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Ebila Xelîl teqez kir ku hilbijartin pêkanîna bendên hevpeymana civakî ye û got ku hevpeymana civakî bi erêkirina gelan pêk hatiye.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Hilbijartinên şaredariyên Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku Komîseriya Bilind a hilbijartinan bi daxuyaniyekê ragihandibû ku dê 30’yê Gulanê pêk werin taloqî 11’ê Hezîranê bû. Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku ew ê 3 buroyên hilbijartinan ava bikin. Yek ji bo çavdêriyê, ya duyemîn jî ji bo hilbijartinan û ya sêyemîn jî dê ji bo karûbarên perwerdeyê werin vekirin. Têkildarî mijarê endama Komseriya Bilind a Hilbijartinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Ebila Xelîl axivî.

‘Di vê qonaxa hesas de hilbijartin girîng e’

Ebila Xelîl diyar kir ku di vê pêvajoya hesas de pêwistî bi pêvajo û gaveke nû heye da ku bibe bersiv û wiha axaftina xwe domand: “Komseriya Bilind ji 20 endamên ku ji 7 kantonan in pêk tê ji aliyê encumena gelan a kantonan û encumena dadgeha civakî ve hatin hilbijatin. Em di demeke pir hesas û dîrokî re derbas dibin, hilbijartinên me jî dereng man ji ber êrîş û gefên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qet nehatin rawestandin. Bi taybetî di sala 2023’an de sê caran êrîş li ser herêma me çêbûn. Ji ber wê jî hevpeymana civakî dereng hat erêkirin.”

‘Ji bo gel destkeftiyên xwe biparêze hevpeymana civakî xwest’

Ebila Xelîl  bal kişand ser pêkanîna bendên hevpeymana civakî û wiha got: “Wekî ku tê zanîn hevpeymana civakî li ser daxwaza gelan pêk hat ji bo ku sîstem bibe yek. Ji ber ku gelek pirsgirêk li herêmên me derketin lewma gel xwest hevpeymanek civakî nû çêbibe. Nêzî 2 salan li ser hevpeymanê hat xebitandin. Li gorî bendên hevpeymana civakî benda 118 divê Komseriya Hilbijartinê ya Bilind were avakirin û ev yek pêk hat. Me jî xwest em dest bi hilbijartinên şaredariyan bikin ji ber ku hevpeymana civakî di bendek ji bendên wê girîngî da xebatên şaredariyan. Di bendê de hatiye gotin ku pêwîst e yekitiya şaredariyan were avakirin, meclisên şaredariyan werin avakirin û hevserokên wan jî bi erêkirina gelan werin hilbijartin. Ji bo wê me girîngî da şaredariyan û em bi îsrar in di bin çi şert û mercan de be daxwaza gel pêk bînin.”

‘Wekheviya jin û mêr bingeh e’

Ebila Xelîl  bal kişand ser rola jinan di hilbijartinan de û wiha axivî: “Wekheviya jin û mêr di serî de ye, ji ber ku sîstema me sîstema hevserokatiyê ye. Hevpeymana civakî xwe li ser azadiya jinan ava dike û ji sedî 50 jin cihê xwe tê de digrin. Hilbijartin wê bi pêşkêşkirina lîsteyan ji komîseriya bilind re were pêşkêşkirin. Wê lîsteya dawî derkeve û ji gel re were pêşkêşkirin. Kesê ku xwe hilbijartiye jî asta wî/wê zana be baş dibe û divê ji 18 salî mezintir be. Di 11’ê Hezîranê de dê hilbijartin bi rengekî demokratîk pêk werin.”

Ebila Xelîl  wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em weke Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bang li hemû beşên civakê, rêxistinên jinan û sazî û partiyan dikin ku di 11’ê Hezîranê de berê xwe bidin navendên hilbijatinan û kesên ku em dizanin wê layiqî kedê be û xwedî li civaka xwe derkeve hilbijêrin. Em dibêjin berê xwe bidin navnedên hilbijartinan bi îradeya xwe ya azad dengê xwe bidin ji ber ku bi îradeyê em dikarin her tiştî bi ser bixin.”