Hîlala Zêrîn Helebê bi kelecan 8’ê Adarê pêşwazî dike

Endamên Hîlala Zêrîn ên bajarê Helebê der barê amadekariyên xwe yên ji bo 8'ê Adarê de wiha gotin: "Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê re me dest bi provayên xwe kiriye. Me demên perwredeyê zêde kir. Her ku roja 8'ê Adarê nêzik dibe molalê me bilind dibe. Em bi hêvî ne ku bernameyên me bi dilê hemû jinan bin."

GULNAR ROJ
Heleb- Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi rêzçalakiyên xwe kirin. Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de Tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda Cemîl Horo ya cand û hunerê ya bajarê Helebê dest bi porvayên xwe yên stran, şano, govend û her wekî din ji bo pêşwazîkririna 8'ê Adarê kirin. Hemû jinên ku cihê xwe di nava xebatên çand û hunerê de digrin ketin tevgerê. Têkildarî mijarê endamên Hîlala Zêrîn a bajarê Helebê behsa amadekariyên xwe ji me re kirin.
"Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê re moralê me bilind dibe"
Rêvebera Hîlala Zêrîn a bajarê Helebê Tizyal Mihemed di destpêka axaftina xwe de 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û wiha domand: "Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo gelek destkeftiyên bi nirx hatin bidestxistin. Rêber Apo hişt ku her jin girîngiya xwe di civakê de nas bike û mafên xwe bizanibe. Daxwaza me ew e ku aramî û aştî li tevahiya cîhanê pêk were. Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê re weke Hîlala Zêrîn me dest bi provayên xwe kir. Bernameyên me yên ji bo 8’ê Adarê pir dewlemend in. Berê her du rojan me perwerde dida lê ji ber nêzîkbûna 8'ê Adarê me demên perwredeyê zêdetir kir. Her ku roja 8'ê Adarê nêzîk dibe coş û molalê me jî pê re bilind dibe. Banga me ji hemû jinan re ew e ku di 8'ê Adarê de rengê xwe bidin pêş û her jin bi cil û bergên xwe yên ku çanda wan dide diyarkirin tevli şahiyê bibe. Huner hunera jinan e ji afrîneriya wê der bûye û dê jin xwedî lê derbikevin. Hêza jinan têr dike ku li her qadê xwe îsbat bikin.”
"Hêvî dikim ku bernameyên me bi dilê hemû jinan bin"
Endama koma Ş.Vejîn a stranan Xedîca Hesen anî ziman ku ew ji hefteyê du rojan provayên xwe dibînin û wiha pê de çû: "Ez li defê didim û distirêm jî. Hêvî dikim ku bernameyên me bi dilê hemû jinan bin. Daxwaza me ew e ku hemû jinên bindest azad bibin û deng û rengê wan di civakê de hebe. Divê jin bi xwe bawer bin ku ew dikarin her tiştî bikin û bi çavekî biçûk li xwe mêze nekin."
"Govendên me renge reng in"
Rengîn Ibrahîm li ser provayên govendê axivî û wiha bi lêv kir: “Ji beriya du mehan de me dest bi provaya xwe ya govendê kiriye. Koma me ya govendê bi navê Şehîd Şîlan Kobanê ye. Koma me ji 20 jinan pêk tê û li ser hemû cureyên guvendê xwe perwerde dikin. Çar beşên vê govendê hene govenda Dayikê, govenda Baran, sikêç û govenda Berfê. Em bi hêvî ne ku  govendên me di 8'ê Adarê de serkeftî bin.”