Hikumeta Iraqê tevlîbûna jinan a Şêwira Jinên Ereb û Êzidî astengkir

20 rêxistinên jinan ên ku dê ji Bexdayê serê sibê berê xwe dabana Şengalê û tevlî Şêwira Jinên Ereb û Êzidî bibana ji aliyê hêzên Iraqê ve hatin astengkirin û nekarîn di şêwirê de amade bin.

 
Şengla - Komîteya amadekar a Şêwira Jinên Êzidî û Ereb diyar kir ku 20 rêxistinên jinan pêwîstbû ji Bexdayê di şêwirê de amade bana, lê belê hêzên Iraqê rê nedan ev rêxistinên jinan beşdarî şêwirê bibin. Hin rêxistinên jinan ên ji deverên cuda jî hatin li ser rêya Musil ê hatin vegerand. Ev hemû bi hînceta ku Şengal ne herêmekî arame kirin. Bi taybet êrîşên hewayî yên dawî li ser Şengalê û êrîşa DAIŞ’ê li ser Zindana Sînaa ya Hesekê weke hincet hatine nîşandan.
Lê hêjayê gotinê ye ku hinek ji DAIŞ ên ku êrîşî Zindana Hesekê kirin di bin kontrola hikumeta Kazimî de ji Remadî ya ser sînorê Îraqê derbasî rojava bûn.
Ji ber van pirisgiêrkan wê şêwir rojekî dewam bike.