Hikumeta Îranê darazê mîna amûrek zextê bikar tîne

Li Îranê zextên darazê yên li dijî aktîvîstan didome, gelek ji wan bi sûcên bê bingeh tên cezakirin an jî bi pêvajoyên demdirêj ên girtinê re mafên wan ên jiyanê tê astengkirin.

Navenda Nûçeyan – Li gel berdewamkirina serhildana gel a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku piştî ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve qetilkirina Jîna Emînî li seraserê welat destpê kir, ji aliyê darazê ve zextên li dijî aktîvîstên sîvîl ên piştgiriyê didin gel didome. Parêzer û aktîvîst Farzana Zilabî jî ji bo îfadeyê ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve hat gazîkirin. Li gor agahiyên ku ji aliyê Komaleya Parêzer û Hiqûqnasan ve hatiye dayîn bi îdiayên 'Biçûkxistina rêberê hikumeta Îranê’, ‘Rehetsizkirina raya giştî’, ‘Li nêvengên sîber belavkirina nûçeyên derewîn’ û ‘Ketina nav hevpeymanên veşartî yên li dijî hikumetê’ der barê Farzana Zilabî de dosyaya dozê hatiye vekirin.  

Aktîvîst û hiqûqnas Farzane Zilabî di boykotên karkeran de yên li Huzîstanê hê didome, nûnertî û parêzvaniya karkeran dimeşand. Her wiha parêzvaniya gelek kesên ku di demên dawî de di serhildanan de hatibû girtin girtibû ser xwe. 

Armita Abbasî hat berdan

Aktîvîsta Îranî Armita Abbasî duh ji girtîgeha ku lê dihat girtin hat berdan. Agahiya berdana Armita Abbasi ji aliyê bavê wê Hamid Abbasi ve li ser hesabê wî yê medyaya dîjîtal wiha hat ragihandin: “Me gelek zehmetî jiya, lê di dawiyê de em gihiştin hev. Em kefxweş in.”

Armita Abbasi ya 20 salî di demê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de meha Cotmehê hatibû binçavkirin û girtin, paşê wê sewqî Girtîgeha Navendî ya Karajê kiribûn.

Saeeda Shafiqi bi kefaletê hat berdan

Rojnameger û nivîskar Saeeda Shafiqi ya meha derbasbûyî ji aliyê polîsên hikumeta Îranê yên avêtibûn ser mala wê hatibû binçavkirin û girtin, bi kefaletê hat berdan. Tê ragihandin ku dosyaya dozyê ya der barê Saeeda Shafiqi ya bi 500 milyon tumena Îranî bi kefaletê hat berdan hê pê re nehatiye parvekirin û bê ku sûcdarkirinên der barê xwe de bizanibe mehekî girtî maye.