‘Hewcedarî bi hişmendiyeke zanatir heye’

Li Başûrê Kurdistanê rêjeya tundiya li ser jinan zêde dibe. Çalakvan û Seroka Rêxistina Medyaya Rewşenbîrî ya Jinan Hana Şiwan got ku “Ger ferdên me hişyar nebin û ji bo kêmkirina tundiyê hevkariyê nekin, em nikarin bêjin ku em dikarin tundiyê kêm bikin.”

DÊRÎN REHÎM

Silêmanî – Mîna tevahiya cîhanê, jinên li Başûrê Kurdistanê ji ber hişmendiya mêrsalar û serdestiyê rastî tundiyê tên. Çalakvan û Seroka Rêxistina Medyaya Rewşenbîrî ya Jinan Hana Şiwan û Seroka Ofîsa Mafên Mirovan a parêzgeha Helebçeyê Gulîstan Ehmed ji ajansa me re tundiya sîber a ku li ser jinan li Başûrê Kurdistanê tê meşandin, nirxandin. Her wiha tekez kirin ku tevî hebûna qanûnên ku jinan ji tundiyê diparêzin jî lê ev yek bicih nayên.

‘Tundiya sîber yek ji awayên herî berbiçav ên li dijî jinan e’

Hana Şiwan di destpêkê de cûreyên tundiyê anî ziman û wiha got: “Li ser cureyên tundiya li dijî jinan û çawaniya gilîkirinan îstatîstîkên rast nînin. Li gorî lêkolîna me, tundiya sîber yek ji awayên herî gelemperî yên tundiya li dijî jinan e. Ev gefên cidî çêdikin. Di medyayê de îtîraf hene ku hewl tên dayîn da ku ji jinan gelek pere bên stendin. Ew nizanin ku xizmetên tenduristî, psîkolojîk û hiqûqî di rêxistinan de ji jinan re bêpere (bê bedêl) tên peydakirin.”

Hişmendiya dezgehên medyayên Başûrê Kurdistanê

Hana Şiwan tekez kir ku medya di ber dozên jinan de bêberpirsyarî ye û wiha pê de çû: “Medya ji hêla komek kesan ve tê rêvebirin ku li ser temaşekirinan dixebitin. Ew difikirin ku normal e ku jin bibin hedefa wan an jî jin bibin darê vî agirê ku ew pê dixin. Ew bi hebûna temaşevanên herî zêde serbilind e. Ev trajediyek e ku zîhniyeta hin dezgehên medyayê li Başûrê Kurdistanê bi vî rengî ye. Hişyariya civakê diyarker e. Li Başûrê Kurdistanê, em bi dewletên herêmî dorpêçkirî ne. Dema ku ev valahî çêdibin, ew dibin sedema bêaramiyê û tundiyê. Ger ferdên me hişyar nebin û ji bo kêmkirina tundiyê bi hev re hevkariyê nekin, em nikarin bibêjin ku em dikarin tundiyê kêm bikin. Divê ew bi tundî neyên dermankirin.”

‘Hişyarî di têkoşîna li dijî tundiya li hember jinan de stûneke sereke ye’

Hana Şiwan di berdewama nirxandinên xwe de behsa cureyên tundiya navmalî kir û wiha vegot: “Di qanûna li dijî tundiya navmalî de 13 cureyên tundiyê hatine vegotin. Yek ji van cureyên tundiyê birîna malzarokê ye. Girîng e ku di derbarê cureyên tundiyê yên hevpar ên di civakê de bêtir hişmendî hebe. Hişyarî yek ji stûnên sereke yên têkoşîna li dijî tundiya li hember jinan e.”

‘Hewcedarî bi hişmendiyeke zanatir heye’

Seroka Ofîsa Mafên Mirovan a parêzgeha Helebçeyê Gulistan Ehmed, destnîşan kir ku dozên giliyên jinan zêde bûne û wiha got: “ Zêdebûna gilîkirinan dikare bi du awayan were dabeşkirin: Yek ji wan hişmendiya zêde ya civakê ye. Jin serî li gilîkirinê didin, lê pir caran jin dizanin ku giliyên wan dê biçin dadgehê û guhertin dê çêbibin. Ev dibe sedem ku ew giliyên xwe vekişînin. Ew hêvî dikin ku pirsgirêkên wan bi rêya lihevhatina eşîran werin çareserkirin. Ji ber ku ew doz di dadgehan de nayên çareserkirin. Ev pirsgirêkek e ku divê were çareserkirin û hewcedarî hişmendiyeke zanatir heye.”

‘Rêjeya tundiyê zêde bûye’

Gulîstan got ku di sala 2026’an de, tundî  dê zêde bibe û sedema wê bi van gotinan anî ziman: “Ji ber ku civak her tim diguhere, cureyên tundiyê yên cûda hene, ji wan jî tundiya medyayê, torên dijîtal û hişê çêkirî bi girîngî zêde bûne. Her çend îcadeke nû be jî, tundiyê tevliheviya civakî aniye. Medya di mijûlbûna bi pirsgirêkên jinan de bêberpirsyar e. Wezareta Çandê û aliyên peywendîdar ên berpirsyarê medyayê, divê bi awayekî profesyoneltir mijûl bibûna. Me qanûnek li ser tundiya navmalî derxist. Lê ew bi rêkûpêk nehatiye bicihanîn. Ger em li parêzgeha Helebçeyê binhêrin, qanûna li ser tundiya navmalî di çareserkirina pirsgirêkan de bi rêkûpêk nehatiye bicihanîn.”

‘Ger jin hişyar be, malbat û civak jî hişyar in’

Gulîstan Ehmed di nava nirxandinên xwe de balê dikşîne ser hişyar bûyîna jinê û bi van gotinan dawî li axivtina xwe tîne: “Dema ku mirov hişyar be, malbateke hişyar çêdibe, lê dema ku têgihîştin tune be, tundî derdikeve holê û gelek cureyên tundiyê hene. Wek tundiya li cihê kar û saziyên perwerdehiyê ya di piraniya sektoran de. Divê jin hewl bidin ku bêtir hişyar bin. Hişyariya jinan ji bo parastina malbatê û kêmkirina tundiyê prensîbeke girîng e.”