Hevserokên Giştî yên DEM Partî serdana Fîgen Yuksekdag kirin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan piştî serdana Fîgen Yuksekdag daxuyanî dan û peyama mezinkirina piştevaniyê dan.

Navenda Nûçeyan - Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, piştî eşkerekirina biryarên di Doza Kobanê de li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kandira ya Kocaeliyê çûn serdana Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag ku 33 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Piştî hevdîtinê li pêşiya girtîgehê bi bejdariya hejmarek zêde ya kesan daxuyanî hate dayîn.

‘Em ê piştevaniya xwe berdewam bikin’

Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku di serdanê de moralê Fîgen Yuksedag gelek baş bû û spasiya her kesên piştgirî dane wan kiriye û wiha got: “Fîgen a hêja pir bi vekirî got. Em jî piştgiriyê didin nêrînên wê. Di esasê xwe de ev biryar û tişta bi biryarê re hatiye parvekirin, hewldana mehkûmkirina piştevaniyê bû. Ji destpêkê heta niha me her tim got ku Doza Kompasê ya Kobanê dozeke siyasî û tolhildanê ye. Xwestin gel, bindest û kesên keda wan tê xwarin ên ku li dijî DAIŞ’ê piştevanî dan Kobanê û hem li Tirkiye hem jî li seranserî Rojhilata Navîn û cîhanê seknekî xurt raber kirin, ceza bikin. Mîna Fîgen Yuksekdag a hêja jî anîbû ziman, em ê li gel karker, kedkar, jin, parastvanên xweza û mafên mirovan piştevaniya xwe ya bi têkoşîna azadiyê ya gelê kurd re bidomînin. Dê ev biryar bi tu awayî nekare me ji vê sekna me, ji vê nêzikatî û têkoşîna me bike. Em careke din spasiya we dikin. Silavên Fîgen Yuksekdag a hêja ji bo we tevan hebû.”

‘Ev darizandin wê bi têkoşîn gel were vale derxistin’ 

Tuncer Bakirhan got ku cezayên di Doza Kobanê de hatine dayîn cezayên neheq in û pêvajo hêj xelas nebûye û got: “Çawa ku weke jineke sosyalîst serok Fîgen ji ber piştevaniya xwe ya bi berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ’ê li vir be, em jî dê piştevaniya xwe ya bi hevalên xwe yên di girtîgehan de re bidomînin. Pêvajoya darizandinê hêj neqediyaye û em ê bi têkoşîn û piştevaniya gelan re vala derxînin. Em ê li dijî kesên bi îdiayên vala hevalên me ceza kirin, têkoşîneke mezintir bimeşînin. Piştrast bin ku em ê di demekî herî nêz de li gel serok Fîgen û hevalên xwe yên din ên girtiyên siyasî mil bi mil têkoşîna xwe bidomînin. Ev roj gelek dûr nînin. Bi saya moral û motîvasyona serok Fîgen daye me, em ê têkoşîna xwe xurtir bikin. Silavên serok Fîgen ji bo hemû gelên Tirkiyeyê û bi taybet jî jin û ciwanan hebûn.”