Hevseroka EGE -TUHAYDER'ê Nîlay Guleser girtin binçavan
Hevseroka EGE -TUHAYDER'ê Nîlay Guleser a timî rastî tehdîdan dihat hat binçavkirin.
Navenda Nûçeyan - Hevseroka Komelya Girtî û Hukumxaran ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) Nîlay Guleser li kolana nêzî mala xwe hat binçavkirin. Nîlaya Guleser a ku sedema binçavkirina wê nehat zanîn birin Muduriyeta Polîsan a Çankayayê.
Nîlay Guleser di rojên derbasbûyî de jî ji ber ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve bi binçavkirinê hatibû tehdîtkirin derbarê mijarê de serî li ÎHD'a Îzmîrê dabû.