Hevseroka DBP'ê ya Amedê Seval Gulmez bi şertê kontrola edlî tehliye bû

Hevseroka DBP'ê ya Amedê Seval Gulmez di 4'emîn daneşîna doza ku bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" jê girtî dihat darizandin bi şertê kontrola edlî tehliye bû. Dadgehê daneşîna bê taloqê 19'ê Cotmehê kir.

Amed - 4'emîn daneşîna doza ku Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Seval Gulmez bi  "endamtiya rêxistinê" jê dihat darizandin li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Seval Gulmez ji Girtîgeha Jinan a Amedê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli daneşînê bû parêzera wê Cemîle Turhalli Balsak li jî li daneşînê amade bû.

Îdayên derbarê xwe de qebûl nekir

Seval Gulmez derbarê dosyayên xwe yên ku hatibûn yek kirin de, îdayên derbarê xwe de qebûl nekirin û da zanîn ku ew siyasetmedar e û di heman demê de endama Komeleya Mafên mirovan e. Seval Gulmez diyar kir ku çalakiyên wekî sûc jî di doysayê de cih digirin ên demokratîk in.

Makamê îdiayê di mutalaya ku da de xwest ku Seval Gulmez girtî bê darizandin. Parêzerê Seval Cemîle Turhalli Balsak jî diyar kir ku wan derbarê mijarê de serlêdan kirine û dixwazin ku muwekîla wan bê berdan.

Heyeta Dadgehê ku piştî navberekê biryara xwe eşkere kir û biryar da ku Seval Gulmez bi şertê kontrola edlî bê tehliyekirin. 

Dadgehê daneşîna bê taloqê 19'ê Cotmehê kir.