Hevşaredarên DEM Parti di ‘Komxebata Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk’ de ne

Hevşaredarên DEM Partiyê di “Komxebata Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk” de hatin ba hev di komxebatê de rêybazên ku li gel gel xizmeta herî baş bidin hate nîqaşkirin.

Navenda Nûçeyan – Komxebata Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk” a Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Wanê hate lidarxistin. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, siyasetmedar Sebahat Tuncel û hevşaredarên DEM Partiyî tev li bûn.

 ‘Bi berxwedanê me serxist’

Axaftina vekirina komxebatê ji aliyê Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ve hate kirin û diyarkir ku bi têkoşînek mezin di hilbijartinan de serkeftin bi dest xist û wiha got: “Lê belê piştî hilbijartinan êrişî şaredariyên me hatin kirin. li dijî vê jî gelê me têkoşiya û serket. Îro salavegera fermana li dijî gelê Êzidiyane. Gelê Êzidî xwedî çand û dîrokek qedîme. Ji be rdivê çandê de wekhevî û demoarsî heye ev êriş pêktên. Ev rêbazên ku gelê me yê Êzidî dixwaze bixwe meryetê, emê bajarên xwe bi pir zimanî, pirçand rêve bibin.”

‘Serkeftinên mezin berpirsyartiya mezin divê’

Piştî Neslîhan Şedal hevşaredarê bajarê Mezin ya Wanê Abdullah Zeydan axivî û wiha got: “Gelê Wanê di hilbijatinan de berxwedanek mezin nîşan da, di mijara demoqrasî û azadiyê de sekna xwe nîşan da. li vê derê li darxistian vê komxebatê gelek giringe. Serkeftinên mezin berpirsyartiyên mezin divê. Em di ferqa vê dene. Tevî hemû gefan, geleê me fedekariya xwe aniye cih. Emê xizmeta ku ev gelê me heq dike bidin. Em dixwazian paradîkmaya netewa Demoqratîk li bajarên xwe bixin meryetê. Li bajarê me texrîbatên ku qeyûm ava kirine hene, lê belê em xwe naxin paş van de û em dizainin emê ji heqê wê derbikevin. Qeyûm ne tenê hilweşîna malî ye, di heman demê de asimilasyon û texrîbata li dijî gelane. Berîsva herî baş ji bo qeyûm xizmeta herî baş ji bo gele. Emê xizmeta herî baş ji gelê xwere bikin.”

‘Em rastî desthilatek kêmîna ne’

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi şermezarkirina Komkujiya Êzidiyan dest bi axaftina xwe kir û da zanîn ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de 78 şaredarî bi dest xistine û wiha got:

“Em niha bi desthilatek kêmînan re rû bi rû ne. Li tu cihên cîhanê pêkanînek wiha tune. Vê desthilata kêmînê xwest heman rêbazê li Wanê biceribîne lê gel destûr neda. Lê bo xwe ders negirtin û îcar li Colemêrgê kêmîn danîn. Ev hiqûqeke çawa ye ku beriya ragihandina biryara dadgehê qeyûm tê tayînkirin? Hiqûq, edalet û dijminatiya we ya li hemberî kurdan wêran bibe. Hêvîdarim ji vê biryara xwe vegerin û îradeya gel lê vegerînin. Em ji bo Colemêrgê nesekinîn û dê qet nesekinin. Her cureyên xerabiyê kirin û dikin. Niha jî ji ber nivîsên hişyariyê yên trafîkê yên bi kurdî hedef digirin. Dê bibêjî qey derbe çêbûye, van nivîsan jê dibin. Ne pêkan e ev desthilat baş bibe. Vê dijminatiya xwe ya li dijî kurdan bi dawî bikin. Hûn sûwar hatin em ê we peya bişînin. Bila li şûna wan nivîsan nivîsa ‘Ji ewil bibin mirov’ bê nivîsandin.”

‘Navê pêkanînên wan faşîzim û nijadperestî ye’

Tuncer Bakirhan anî ziman ku tu wehşet nemaye vê desthilatê nekirî û wiha got: “Li cem van insanetî û edalet tune ye. Niha bela xwe li govandan dane. Kurd ji ber govendên xwe tên girtin, îşkencekirin û lê tê xistin. Tişta ev dikin faşîzm e, nîjadperestî ye. Peywireke mezin dikeve ser milê hevşaredarên me. Li dijî van qedexeyan, em ê xwedî li govend, ziman û çanda xwe derkevin. Ji bo parastin û mezinkirina van dê şaredariyên me hêj bêhtir bixebitin. Banga min a ji bo gelê me jî ev e; li her cihê hûn daholê dibînin bi girseyî govendê bigerînin. Li cihê dahol nebe jî li deriyan, li tenekeyan bixin lê dîsa jî govendê bigerînin. Ew j içi biqehirin, bi awayê herî bi hêz li ber çavê wan kirin sûde.”

 Komxebat ji çapemeniyê re girtî,  berdewam dike.