Hevşaredara nû ya Mexmûrê: Em ê ji bo jinan projeyên nû bi pêş bixin

Hevşedara Wargeha Mexmûrê Fatma Bîlen, da zanîn ku wê di 2 salên li pêş de ji bo jin û ciwanên Wargeha Mexmûrê projeyên aborî ava bikin û bi derfetên xwe û alîkariya şêniyên wargehê ji bo jinan projeyên aborî bi pêş bixin.

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hilbijartina hevşaredar û encûmenên Şaredariya Gel di 12’ê Nîsanê de hat pêkanîn. Di hilbijartinê de çar hevşaredar û bîst encûmen ketibûn pêşbirkê û bi giştî 4 hezar û 336 deng hatin bikaranîn. Di encama hilbijartinê de Fatma Hilalî bi hezar û 989 deng û Edban Ebdullah Yilmaz jî bi 2 hezar û 312 dengan bûn hevşaredar û 7 encûmen hatin hilbijartin. Hevşaredara Wargeha Mexmûrê Fatma Bîlen, der barê plan, proje û kar û xebatên werin kirin de ji ajansa me re axivî.

Hevşedara Mexmûrê Fatma Bîlen, di destpêka axaftina xwe de têkildarî girîngiya pergala hevserokatiya jinan de axivî û wiha got: “Pergala hevserokatiya jinan ji sala 2014’an vir ve li wargehê hat rûniştandin. Pergala hevserokatiya jinan ji bo pirsgirêkên jinên wargehê yên girêdayî şaredarî, xizmetên ji bo jinan, projeyên ji bo jinan hat rûniştandin. Her du salan carekê hilbijartinên gel tên çêkirin û di nava vê hilbijartinê de hevserokek jin û yek mêr û 7 encûmên tên hilbijartin.”

‘Em bi derfetên kêm xizmetê dikin’

Fatma Bîlen, da zanîn ku ji bo Wargeha Mexmûrê tu derfet nayên dayîn û wiha got: “Ji sala 2014’an heta niha hem hikûmeta herêma Kurdistanê hem jî hikûmeta Iraqê tu derfet ji bo wargehê neda. Ji salên borî heta niha şaredariya me bi derfetên kêm xizmetê pêşkêşî gel dike. Em ji ber bêderfetiyê di xizmetê de gelek zorî û zehmetiyan dikşînin.”

‘Em ê hewl bidin ji bo jin û zarokên wargehê derfetan ava bikin’

Fatma Bîlen, diyar kir ku ew ê hewl bidin ji bo jin û ciwanan projeyên dewlemend ava bikin û wiha domand: “Ji aliyê jinên wargehê ve muxatabgirtina hevşaredara jin pir hêviyê dide me. Ger proje, xizmetên jin û zarokan ji aliyê hevşadarên jin vê bê pêkanîn, jin xwe zêdetir ji bo xizmetê didin pêş. Heyama borî wek jin me çend caran ji bo hikûmeta Iraqê projê pêşniyar kir lê projeyên me nehatin qebûlkirin. Projeyên xwe yên li ser esasê jinan bi derfetên xwe di projeyan de kar bikin, proje bibin wesîleya ji bo jinan xizmet û derfet bên avakirin bidomînin. Em ê hewl bidin ji bo jin û zarokên wargehê derfetan ava bikin.”

‘Rêgiriya li ser wargehê bandor li ser gelê me dike’

Fatma Bilen, der barê rêgiriya PDK’ê ya ji sala 2019’an vir ve li ser Mexmûrê ferz dike de jî wiha got: “Weke tê zanin ev çend sal in PDK rêgiriyek li ser wargehê ferz dike. Bi vê rêgiriyê re hem hikûmeta Iraqê, hem jî hikûmeta herêma Kurdistanê tu derfet ji bo wargehê ava nekir. Ev rêgiriya li ser wargehê bandorê li ser şaredariya me, wargeha me, ciwanên me û karkerên me dike. Ji bo wargeha me tu derfet ji derve nehat avakirin. Di nava wargeha me de derfetên kar nîn in ku gelê me debara xwe pê bike. Lê tevî rêgiriya li ser wargehê jî em ê ji bo gel û şaredariya xwe hewl bidin derfetan ava bikin û xizmetê bikin. Ji bo derfet avakirinê hewldanên me hene. Her çiqas dijmin riya me bigre jî em ê hinek zêdetir bi îradeya xwe li ber xwe bidin.”

‘Em ê bi derfetên xwe û alîkariya gel xizmetê bidin’

Fatma Bîlen, diyar kir ku ew ê hewl bidin bi projeyên xwe jinan tevli kar bikin û got: "Em ê bi projeyên xwe hewil bidin jinan bixin nava kar û debara jiyana xwe peyda bikin. Di heyama borî de me di aliyê kehrebe û paqijiyê de gelek zehmetî kişand lê me kar û xebatên xwe bi serkeftî derbas kir û em hêvî dikin gel bi me re bibe alîkar. Em ê di 2 salên pêşiya me bi derfetên di destên xwe de û bi alîkariya gel ji bo wargehek hîn paqijtir, şîn, parastina jîngehê bidin.”

‘Em ê ji bo jinan projeyên nû bi pêş bixin’

Fatma Bîlen, da zanîn ku ew ê kar û xebatên xwe li ser bingeha pergala hevserokatiyê dimeşînin û wiha got: “Dema li wargehê hilbijartinên şaredariyê pêk tên, gel hêviyek mezin dide me. Gel 30 sal in bi keda xwe têkoşîna jiyanê didomînin. Hilbijartina me bi demokratîk derbas bû. Hem di aliyê jinan de hem jî di aliyê ciwanan de tevlibûnek baş pêk hat. 2 hevşaredar û 7 encûmenên ji bo xizmeta gel hatin hilbijartin. Ya girîng em li gorî pergala hatiye rûniştandin di aliyê civakî û rêxistinî de kar û xebatên xwe bimeşînin. Em hêvî dikin hevalên nû hatine hilbijartin li ser bingeha ku Rêber Apo ava kiriye  kar û xebatên xwe dimeşînin û xizmeta gelê xwe bikin. Em hêvî dikin ev hilbijartina ku pêk hat, di du salên pêşiya me de ji bo gelê Mexmûrê bibe bersiveke baş. Em ê ji bo jinan projeyên nû bi pêş bixin û projeyên xwe yên weke çandina daran bidomînin.”