Hevşaredara Dêrsimê: Qeyûm berdewamiya polîtîkayên asîmîlasyonê ne
Li dijî tayînkirina qeyûm li şaredariya Dêrsimê ya DEM Partiyê û şaredariya Pulûrê ya CHP’ê berxwedana gel didome. Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan diyar kir ku qeyûm berdewamiya polîtîkayên asîmîlasyonê ne.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Dêrsim – Di saetên şev a 22’yê Mijdarê de Wezîrê Karên Hundir a dewleta Tirk ve qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsimê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Şaredariya Pulurê ya CHP'ê kir. Der barê hevşaredarê Dêrsim Cevdet Konak de axaftinên wî yên beriya salan weke hincet hatin nîşandan, piştî lêpirsîna di 20’ê Mijdarê de hat destpêkirin, hevşaredar û gel li şaredariyê dest bi nobetê kirin. Piştî tayînkirina qeyûmê kesên ku bi pêşengiya jin û ciwanan daketin qadan xwedî li îradeya xwe derketin.
Der barê mijarê de me hevdîtin bi hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan re kir. Bîrsen Orhan behsa rehên dîrokî yên Dêrsimê û têkoşînê kir û got ku ew li wê derê ne û ew ê li wê derê bidomînin.
‘Walî der barê hevşaredar de agahî xwest’
Bîrsen Orhan diyar kir ku pêvajoya tayînkirina qeyûmê di 20’ê Mijdarê de dest pê kiriye û da zanîn ku ji wê rojê ve heta niha li şaredariyê nobetê digrin û got: “Vê pêvajoyê di 20’ê Mijdarê de dest pê kir. Piştî ku me hilbijartin qezenc kir, medyaya desthilatdariyê got ku wê qeyûm tayînî 28 şaredariyan bikin. Tayînkirina qeyûm li sê şaredariyan ji bo Dêrsim jî peyamek bû. Di 20’ê Mijdarê de der barê hevşaredarê me de, xebatên wî yên beriya 12 salan weke hincet nîşan dan û dest bi pêvajoya darizandinê kirin. Di vê pêvajoyê de di belgeyan de waliyê kedxwar ê ku li cihê me hat tayînkirin, agahiyên pêvajoya darizandina der barê hevşaredarê me de xwestibû. Hê dadgeh bi encam nebû ev agahî hat ber destên me. Bi vê belgeyê me encamê texmîn dikir. Roja 20’ê Mijdarê li vî bajarî me hewaya dagirkeriyê dît. Wê rojê tevgerek cuda hebû. Me fam kir ku ev biryar biryareke derbeyê ye. Piştî wê danişînê me li şaredariyê dest bi çalakiya nobetê kir.”
‘Gel xwedî li îradeya xwe derket’
Bîrsen Orhan da zanîn ku dema li şaredariyê nobet digirtin, rûbirûyî tayînkirina qeyûm hatine û got: “Di dema ku me li şaredariyê nobet digirt, bi bariyeran derdora şaredariyê hat girtin. Di heman demê de 80 polîs ketin hundir û gotin ‘vê derê vala bikin.’ Dema min bertek nîşanî rewşê da, hewldan min bixin bin çavan. Bi wê kêliyê de ez ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatim derbkirin. Piştî em ji şaredariyê derxistin, li pişt bariyeran careke din ez ji aliyên hêzên ewlekariyê ve hatim derbkirin. Duh gel xwedî li îradeya xwe derket. Di destpêkê de jin, gel xwedî li îradeya xwe derket. Gel berxwedaneke layîqî dîroka Dêrsimê nîşan da. Îro jî em dibêjin em qeyûm qebûl nakin, em vê çalakiyê didomînin. Bi awayekî bêhiqûqî şaredariya me xesb kirin. Ew bariyer bi awayekî eşkere nîşan didin ku ev dagirkerî ye. Dixwazin îradeya gel bi vî awayî tune bikin û nas nekin.”
‘Em li vê derê ne, em ê li vê derê bin’
Bîrsen Orhan bi gotinên; “Dêrsim bi wêrekî, bawerî û nasnameya jinan bajareke berxwedanê ye” bi bîr xist ku Dêrsim xwedî çanda berxwedanê ye û wiha got: “Dêrsim bûye nasname. Di vê xalê de rastiyek me ya Dêrsimê heye. Li dijî vê rastiyê polîtîkayek asîmîlasyonê ya ku sîstem dimeşîne heye. Qeyûmên ku hatine tayînkirin di çaroveya vê projeyê de hatine tayînkirin. Ev bajar ji salên 38-90’an heta niha rastî her curê êrişan hat. Haya me ji van êrişan heye lê belê di rojên dawî de piştî gotinên aştiyê, xespa îradeyê ya tê kirin, bi awayekî eşkere rûyê rastîn nîşanî me da. Îradeya vî gelî bi gotina ‘aştiyê’ xesb kirin. Lê belê em li vê derê ne, em ê li vê derê bidomînin. Em neviyên Seyîd Riza ne. Em ji kevneşopiya wê berxwedanê tên. Em ê vê têkoşîna xwe bidomînin. Kes wê li hemberî vê xesbê bêdeng nebe. Wê hemû şêniyên Dêrsimê li dijî vê dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin. Çi dibe bila bibe em ê têbikoşin. Em ê qeyûm û walîtiya kedxwar tu caran qebûl nekin.”
‘7 mehan deriyê şaredariya me ji her kesê re vekirîbû’
Bîrsen Orhan destnîşan kir ku weke şaredarî bi gel re der barê bajar de xebat dane meşandin, di demek kin de hejmarek zêde proje xistine meriyetê û wiha bi dawî kir:
“Ev nêzî 7 mehan e em li ser erka xwe ne. Di vê pêvajoyê de me bi gel re biryar girt, tevî hemû zehmetiyan li bajar der barê jin, ciwan û civakê de me gelek xebat dan meşandin. Di vê pêvajoyê de me gelek proje xistin meriyetê. Berxwedana ku duh hat raberkirin, ji ber biryardariya gel e. 7 mehan deriyê şaredariya me ji her kesê re vekirî bû. Dema em îro lê mêze dikin, dibînin ku bi bariyerên beton pêşiya şaredariya ku ji gel re xizmetê dike girtine. Hûn ê li qadek ku we bi bariyerên beton şaredariyê girtî ji gel re xizmetê nekin. Ew beton jî bi awayekî eşkere nîşan dide ku qeyûm çi ye. Di vê pêvajoyê de walîtiyên kedxwar, wê ji bo xwe qesrek biçûk ava bikin, careke din wê rûnin ser keda gel. Şaredarî bûne cihên diziya qeyûman. Ji ber ku dizanin Dêrsimê tu caran bi hilbijartinan nagirin serî li vî riyê didin. Ji bo vê dizîtiyê berdewam bikin û pere bidin alîgirên xwe qeyûm tayîn kirin.”