Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hate binçavkirin

Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan a ku qeyûm li şûna wê hat tayinkirin û cezayê hepsa malê lê hat birîn, hate binçavkirin.

Dêrsim – Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan a ku qeyûm li şûna wê hat tayinkirin û di 24’ê mijdarê de bi şertê hepsa malê hatî berdan, hate binçavkirin. Bîrsen Orhan li mala xwe ya li navçeya Pertek hate binçavkirin.

Bîrsen Orhan li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal parvekirina ‘Ez têm binçavkirin’ parve kir.

Hate diyarkirin ku derbarê Bîrsen Orhan de bi îdeaya ‘di qanûna xwepêşandan û meşan de muxalefet’ û ‘Mukavemeta Polîsan’ de hate binçavkirin.