Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat girtin
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku li Dersimê li mala xwe hatibû binçavkirin, hat girtin.
Navenda Nûçeyan- Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan di 22’yê Mijdarê de qeyûm li şûna wê hatibû tayînkirin û piştî hat binçavkirin cezaya hepsa malê lê hatibû birîn. Hevşaredar Bîrsen Orhan careke din li mala xwe ya li navçeya Pêrtagê serê sibê hat binçavkirin.
Dozger piştî îfadeya Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan girt, bi daxwaza girtinê ew sewqê dadgehê kir.
Dadgeya Cezayê Sulh a Nobedar biryara girtina Hevşaredar Bîrsen Orhan da.