Hevşaredar Devrîm Demîr serdana Şaredariya Dêrsimê kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku Şaredariya Dêrsimê ziyaret kir, bal kişand ser girîngiya hevgirtinê û got: "Tu şaredarî, gund û bajarek me nîne ku em bidin destê sîstemê.”

Navenda Nûçeyan- Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, Hevşaredarên Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak ziyaret kir. Di serdanê de Devrîm Demîr axivî û bal kişand ser girîngiya hevgirtinê û diyar kir ku tifaqa DEM'ê jî di nav de Şaredariya Dêrsimê bi dest xist.

'Bajarek me nîne ku em di destê sîstemê de bihêlin'

Devrîm Demîr got: “Dibe ku ev der ne cihê ku me ji qeyûm girtiye, lê meyla taybet a herêmê heye. Ji ber vê yekê em di vê heyamê de gelek caran serdanan dikin. Ji ber ku şaredarî, gund û bajarekî me ku di destê pergalê de bihêle nîne. Weke hemû bajarên Kurdistanê Dêrsim û Pêrî jî ji bo me girîng in.

'Serdan hêzê dide me'

Cevdet Konak jî diyar kir ku pêvajoya hilbijartinê di qonaxeke dijwar de derbas bûye û destnîşan kir ku Partiya DEM'ê dê di demên pêş de bi şaredariyên herêmên din re di nava piştevaniyê de be. Bîrsen Orhan ji ber serdana Devrîm Demîr spasiya xwe anî ser ziman kir û got:

“Ev serdan ji bo me mînakên hevgirtinê ne û hê zêdetir hêzê didin me. Berxwedana Wanê bû bersiv ji bo kesên ku her tim qayûm wekî darekê emanet di destê xwe de girtibûn. Ew ji bo me bûn piştgirî. Bawerî û ruhê piştgirî da me. Em ê êdî tu carî firsendê nedin wan dagirker û xespan. Piştî pêvajoyek qayûmê, me şaredariyek ku ji hêla saziya hevalê me ve tê rêvebirin dewir girt. Dêrsim 5 sal in ne di bin qeyûmê de ye, lê bi salan e di bin sîwana pergalê de ye. Ji her alî ve ji aliyê qereqolên polîsan ve hatiye dorpêçkirin."

Di serdanê de hevserokan diyarî dan hev.