Hevpeymana Jinan: Em ew tifaqa ku jinan tune dihesibîne tune dihesibînin

Hevpeyman jinan da zanîn ku desthilatê li dijî dijminatiya jinan cepe avakiriye û gotin: “Jin wê mafê ku bi dest xistine bi parêzin, emê hesabê ji yên ku mafê me yê jinan kirine mijara bazarê bixwazin.”

Navenda Nûçeyan – Hevpeyman jinan di derbarê tifaqa desthilatê ya hilbijartinê ku di ser jinê de kiriye li ser hesabê xwe yê medyaya dijital parvekirin kir. Hevpeymana jinan destnîşan kir ku ewê desthilata ku jina tune di hesîbinin wê tune bi hesîbin û wiha got: “Di rojên kareseta de me hewildaye jiyankirin û jiyan em ji bo hemû kesan gengaz bikin û bi neynok û diranên xwe ew têkoşîna ku me kirî, desthilata ku erka xwe pêkneanîn, ji bo hebûna xwe, mafê jiyanê yê jinan dike mijara bazarê û dixwaze desthilatê dom bike.”

‘Ma sînorek yê xirabiya desthilatê heye?’

Hevpeymana jinan bi bîrxist ku vesazkirina ji bo tundîtûjiya li beramberî jinê were bi dawîkirin, rêxistinên jinan bi salane têkoşîna ku dike ketiye meryetê zagona 6284 tifaqa hilbijartinê li ser unsura diyarkere û ev pirsa: “Desthilata ku cureta ku mafê jinan yê jiyanê 6284’an kiriye mijara bazarê, ma sînorek yê desthilatê yê xirabiya ji bo gelan dike heye?” kir.

‘Em ê hesab bipirsin’

Hevpeymana jinan da zanîn ku desthilata ku berê Peymana Setmbolî kirî mijara bazarê, niha jî dixwaze zagona 6284’an biguhere û li dijî dijminatiya jinan bi hevre cepeyek avkirine  û wiha got: “Wê bersîva vê tifaqê, jinên ku ji nedîtî ve tên ditin wê bide!  Ji ber em dest jê naberdin! Emê têkoşina xwe ya ku sedsale berdewam bikin! wê jin destkeftiyên xwe bi parêzin, hemû ew zihneyetên ku li beramberî vê disekinin wê yek bi yek hilweşe! Emê ji yên ku mafê meye jiyanê dikin mijara bazarê hesabê bi pirsin!.”