‘Hevpeymana civakî ya jinan nexşeriya demokrasî û edaleta Sûriyeyê ye’
Seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer tekez kir ku Hevpeymana Civakî ya Jinan nexşeriya demokrasî û edaleta Sûriyeyê ye û got: “Pêwistî bi yekîtî û hevgirtineke xurt a jinan heye.”

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Di Rojhilata Navîn de projeyên ku hatine ferzkirin hemû yên perçekirin, netewperestî zayendperest û olperestan in. Di Sûriyeya rengîn de piştî hilweşandina rejîma Baasê ku bi netewperestî li herêmê hikum dikir, îro rêveberiya demkî ya Şamê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe sîstema olperestiyê ferz dike û bi vê yekê kiryarên derexlaqî û dijmirovî li Sûriyeyê bi tundî berdewam dike.
Têkildarî mijarê seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer ji ajansa me re nirxandin kir.
‘Pêwistiya Rojhilata Navîn bi taybetî ya Sûriyeyê bi projeyên li gorî dîrok û heqîqeta civakê heye’
Edalet Omer da zanîn ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi têkoşîn û îradeya xwe dikaribû projeyek li gorî civaka Sûriyeyê bide afirandin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ji destpêka Şoreşa Rojava ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe birêxistin kir û pergala xwe ava kir, bêyû ku xwe bi rejîm an bi komên dijber ên têk çûne ve, girê bide. Gel dikaribûn xwe îdare bikin, pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin bêyî ku dewlet an kes li vir hebe ji bo wê vê projeyê roj bi roj zemînek ava kir û bi pêş ket. Bi vê projeyê gelek herêm hatin rizgrakirin weke Reqa ku bi paytexta DAIŞ’ê dihat nasîn, pergala neteweya demokratîk li Reqayê hat pêşkêşkirin û qebûlkirin. Projeyên demokratîk tu carî li ser asta Rojhilata Navîn û Sûriyeyê nehatin bicihanîn. Pergalên ku hatin jî hemû olperest, netewperest û projeyên ne li gorî heqîqeta civakê Rojhilata Navîn û gelê Sûriyeyê ye , ne li gorî dîroka gelan ku çawa hemû pêkhate ol û bawerî bi hev re bijîni bêyî ku kes kesê tune bike bi navê ol an neteweyan.”
‘Bihara gelan şensek ji bo jiyana azad û wekhev e’
Edalet Omer destnîşan kir ku buhara gelan kesayet û gelekî ava kir ku li hemberî hemû cureyên zilimdariyê serîhilda û xeta berxwedaniyê hilbijart .Edalet got:”sîstemên netewperest,olperest,cinsyetperest rengê herî xeter û dawî yên dewletê ye, ji ber ku sîstemek perçekirinê ye, di navbera neteweyan hem jî xakê, sînor û ast dan çêkirin. Ve yekê bandoreke neyînî li ser civaka Rojhilata Navîn kir, ji bo wê bihara gelan hêvî û şansek ji bo gel li beramberî van sîsteman têkoşiya û berxwedaniyek mezin dan meşandin. Bihara gelan kesayetek ava kir ku li hemberî zulm û zordariya rejîmê serî rake û qir bike ji bo jiyana azad û wekhev.”
‘Pergala neteweya demokratîk zû bi pêş ket’
Projeya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin li gorî dîrok, cewher û heqîqeta gelê wê hat misogerkirin lewma zû bi pêş ket. Piştî hilweşandina rejîma Baasê, rêveberiya demkî ya Şamê dixwaze pergalek olperest bide ferzkirin, ev jî ne li gorî heqîqeta gelê Sûriyeyê ye lewma nerazîbûn û helwestên gel li hemberî rêveberiya Şamê zêdetir dibin. Piştî komkujiyên ku li peravên Sûriyeyê, li bajarê Suweydayê çêbûn, zihniyeta tecawiz, serjêkirin û armanca vê rêveberiyê ji bo gelê Sûriyeyê zelal bû. Îro li peravên Sûriyeyê gelek jin ji aliyê HTŞ’ê ve rastî tecawizê hatine, gelek ji wan hatine revandin heya roja îro çaranûsa van jinan ne diyar e. Zihniyeteke bi vî rengî wê çi hêvî, pergal û ewlehiyê bîne Sûriyeyê? Rêveberiya demkî tiştên ku jê tê xwestin weke ewlehiya Sûriyeyê pêk nayne, dixwaze Sûriyeyê bike yekreng, yekol û di nava fikrên teng de bihêle.”
‘Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hemû Sûriyeyan di nava xwe de dihewîne’
Edalet Omer bal kişand ser yekîtî û hevgirtina gelê Sûriyeyê û wiha anî ziman: “Rejîma Baasê ji ber gelek pirsgirêkan hilweşiya. Pêwist e rêveberiya demkî, li cihê kûrkirina aloziyn van pirsgirêkan çareser bike. Aloziya Sûriyeyê bi dawî nebûye ji ber ku tu pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Pêwistî bi projeyek demokratîk heye ku gelên Sûriyeyê hebûna xwe tê de misoger bikin. Niha gelek bangewazî ji bo Rêveberiya Xweser tên kirin ji ber ku pergala wê xwedî ruh e. Li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kes kesê tune nake, çanda, ol, baweriya te çi be tu wê dijî, ji ber ku tu însan î. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hemû Sûriyeyê di nava xwe de dihewîne û li hemberî terora DAIŞ’ê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker şerekî bêeman dimeşîne.”
‘Bi pêşengiya jinan dê Sûriye bi pergala neteweya demokratîk were parastin’
Edalet Omer diyar kir ku bi pêşengiya jinan dê aştî were û şerê li Sûriyeyê bi dawî bibe û wiha domand: “Di van komkujiyên ku li peravên Sûriye û Suweydayê pêk hatin de, ya ku hewl da xwedî li gelan derkeve û piştgirî bide wan alîkarî pêşkêş bike Rêveberiya Xweser bû, ji ber ku di encamê de em hemû gelên Sûriyeyê ne. Gel di wê baweriyê de ne ku pergala Rêveberiya Xweser wê bikaribe Sûriyeyê biparêze ji bo wê ji me tê westin em jin yekîtiya xwe ava bikin, pergala xwe bi hemû gelên Sûriyeyê bidin famkirin. Yên ku aştiyê bînin Sûriyeyê jin in, ên ku pirsgirêkên jinan û civakê çareser bikin jin in. Ji ber ku yên civakê perwerde dikin jin in, bi riya jinan wê civak zana bibe xwe birêxistin bike. Jin çiqas bikaribin xwe biparêzin dê civakê jî ewqas biparêzin, ji bo wê jin çiqas xwe ji zihniyeta desthilatdar û tundrew xelas bikin wê bi îsrar û îrade bikaribin civakek xwedî zihniyetek demokratîk û azad ava bikin û hebûna xwe di destûra Sûriyeyê de misoger bikin.”
Rêber Apo dibêje gerek baweriya me bi edaleta jinan hebe
Edalet destnîşan kir ku edalet yek ji taybetmendiynê jinan e ji ber wê hebûna wan di her qadê de esas e û wiha got: “Rêveberiya demkî bi rengekî ne adil nêzî jinan dibe, di hemû wezaret û desteyan de jî reng û zanista jinan nabînin. Yê ku cih dane wan jî zihniyeta desthilatdar di mêjiyê wan de dane ferzkirin û li gorî berjewendiyên wan kar dikin ne ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan. Di rêbazên ku didin pêş de dixwazin jinan vegerînin serdemên nezanînê û wan bi mal û zarokan ve bidin girêda. Kes nikare jinan dûrî edaletê bibe ji ber ku edalet yek ji taybetmendiyên jinan e lewma yên ku edalet û aştiyê bînin jin in. Rêber Apo dibêje “Gere baweriya me bi edaleta jinan hebe” ji bo wê pergal bi pêşengya jinan bi pêş dikevin.”
‘Di dîrokê de tu destûr ji bo jina nehatiye çêkirin’
Edaket Omer wiha behsa girîngiya yekîtî û hevgirtina jinên Sûriyeyê kir: “Di vê pêvajoyê de ji jinan tê xwesetin weke gava yekem û girîng yekîtiya xwe li ser asta Sûriyeyê ava bikin, nexşeriyek me ya çareseriyê ya hevbeş hebe em bikaribin xwe li gorî wê xwe birêxistin bikin û Hevpeymana Civakî ya jinan ji bo tevahî jinên Sûriyeyê weke nexşeriya li hemberî destûrên ku hebûn û zanista jinan red dikin, bigrin dest. Di dîrokê de tu destûr ji bo jinan nehatiye çêkirin lewma em Hevpeymana Civakî ya Jinan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye pêşxistin nimûne bibînin. Em ê di vê riyê de mafên xwe misoger bikin û civaka Sûriyeyê bi pêşengiya jinan demokratîk bikin.”
‘Ji ber têkçûna li hemberî QSD û YPJ’ê bi şerê taybet êrîşî pergala neteweya demokratîk dikin’
Edalet Omer banga hişyariyê li tevahî gelê Sûriyeyê, bi taybetî jinan kir û wiha axaftina xwe bi dawî anî: “Li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerekî taybet bi gotinên nefretê li ser medyaya dîjîtal tê meşandin. Ev yek weke êrîşek li ser pergala neteweya demokratîk e. Ev êrîş lewazbûna wan nîşan didin. Ji ber ku dizanin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêzeke birêxistinkirî heye, ew jî QSD, YPJ ne. Ew li li hemberî wan hêzan lawaz in lewma bi riya şerê taybet êrîş dikin. Ji bo ku em bibin bersiv ji vî şerî re divê zanebûn û hişyariya civakê di warê armanca vî şerê taybet de çêbibe, ev yek jî peywira me ye.”