'Hêviya me ew e ku em bi Rêber Apo re jiyanê azad bijîn'

Siyasetmedar û hiqûqnasên jin ên kantona Reqayê bi boneya salvegera komploya navnetewî diyar kirin ku wê roja reş veguherînin roja azadî û aştiyê. Jinan anîn ziman ku dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jiyanê azad bijîn.

NÛR EL-EHMED

Reqa – Çalakvan û siyasetmedarên jin ên kantona Reqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 26'emîn salvegera kamploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 15'ê Sibata 1999'an de pêk hat, şermezar kirin. Çalakvanan gotin ku hemû pirsgirêk û pevçûnên li Rojhilata Navîn bi taybetî li Sûriyê diqewimin, dê bi fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên çareserkirin.

'Dewleta Tirk hemû zagonên navnetewî binpê dike'

Endama Meclîsa Edaleta Civakî Ebîr Xelîl komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Komploya navnetewî û girankirina tecrîda li ser Rêber Apo, hemû zagonên navnetewî û mirovî binpê dike. Rêber Apo ji bo aştî û rizgarkirina civakê ya ji koletiyê, derket holê. Armanca vê komployê, têkbirina destkeftiyên gelê Kurd bû.  Dewleta Tirk hemû qanûnan bi ferzkirina tecrîdê binpê dike. Di serî de mafê hêviyê, hemû mafên xwezayê ji Rêber Apo distîne. Zagona mafê hêviyê, tê wê wateyê ku divê hemû girtiyên temenê wan ji 70 salî mezintir in, ji zîndanê bên berdan."

'Dinya li derdora felsefeya azadiyê kom dibe'

Ebîr Xelîl destnîşan kir ku pêngava azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dinyayê deng vedaye û wiha axivî: "Pêngava cîhanî ya azadiya fizîkî ya Rêber Apo li dinyayê belav bû. Çalakî û însiyatîfên ku dihatin lidarxistin, bi hezaran kesayetên siyasetmedar, zanyar, çalakvan û rêxistinên sivîl û mirovî beşdar dibûn. Ew li derdora fikir û felsefeya Rêber Apo ku banga azadî û aştiyê dike civiyan, tecrîda girankirî şermezar kirin û daxwazên xwe yên misogerbûna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bilind kirin."

'Peyama Rêber Apo nexşerêya çareseriya pirsgirêkan e'

Ebîr Xelîl, peyama dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek nexşerêya çareseriyê bi nav kir û wiha got: "Peyama dawî ya Rêber Apo dema bi şandeya Partiya Demokratîk a Gelan re hevdîtin kiriye, wek nexşerêya çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Sûriyê ye. Pergala neteweya demokratîk ku hemû pêkhate û mezheban di nava xwe de dihewîne, bûye çavkaniya hêviyê ji bo hemû gelan, bi taybetî ji bo jinan. Tenê Rêber Apo bi felsefeya xwe girîngî da azadiya jinan. Ji ber vê yekê em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin, heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Divê kesên ku ji bo mirovahiyê bang dikin, bi erkên xwe rabin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin."

'Rêber Apo pira azadiyê ye'

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fatimê Xelîl behsa fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jinan kir û wiha got: "Piştî ku jinan bi taybetî jinên Ereb fikir û felsefeya Rêber Apo ya azadiya jinan bingeh digre hîn bûn, bandorek li ser jiyana wan çêbû. Bi riya felsefeya xwe, bû pira azadiyê û riya ber bi azadiyê ve diçe nîşanî jinan da. Ew bi vê ramanê feraseta bavsalarî ku xwe li ser koletiya jinan ava dike şermezar dike. Jinan bi saya felsefeya azadiyê di Şoreşa Rojava de gelek destkeftî bi dest xistin. Bingeha şoreşê felsefeya Rêber Apo bû. Jin dikaribûn bendên koletî û bindestiyê bi fikra azad bişkînin û ber bi azadiyê ve bimeşin. Di civakê de bûn xwedî rol û mîsyon. Civakê bi wekhevî û edaletê bi rê ve birin."

'Em ê roja reş veguherînin roja azadî û aştiyê'

Fatimê Xelîl tekez kir ku wê têkoşîna xwe bidomînin heya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bikin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Em ê 15'ê Sibatê roja reş veguherînin roja azadî û aştiyê. Em bi hemû pêkhateyên xwe re, di salvegera komploya navneteweyî de soza xwe nû dikin ku wê têkoşîn û berxwedana me bidome, heya em azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Hêviya me ew e ku em bi Rêber Apo re jiyanê azad bijîn."