Hevdîtinên Tirkiyê ya ‘Delegasyona Navnetewî ya Li Dijî Tecrîdê’ dest pê kir

Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku ji 36 kesên ji 7 welatan pêk tê, ji bo hevdîtinên li ser tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan berê xwe dan Tirkiyeyê.

Navenda Nûçeyan- Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ya ku tê de 36 hiqûqnas, rojnamevan û akademîsyenên ji 7 welatên cûda hene û li dijî tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan kom bûne, berê xwe dan Tirkiyê. Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê wê di 25-27’ê Çileyê de li Stenbol, Enqere û Amedê bi rêxistinên civakî yên sivîl û derdorên siyasî re hevdîtinan bike. Wê wekî 3 şandeyên cûda hevdîtinan bike û di 28’ê Çileyê de li Stenbolê Forûma Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê li dar bixe.

Heyet serdana parêzerên Abdullah Ocalan kir

Ji heyetê 12 kesên, li Stenbolê bi parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku parastina Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Heyet ji aliyê parêzer Raziye Ozturk, Cengîz Yureklî û Rezan Sarica ve hat pêşwazîkirin. Di hevdîtina ku dê 2 saetan dewam bike de parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê li ser bûyerên qewimîn û kesên ku di pêvajoya anîna Abdullah Ocalan a bi komploya navneteweyî ya Îmraliyê de rol lîstin, tecrîda 24 salin li Îmraliyê didome û sêrledana ku 22 meh in agahî nayê girtin de, helwesta Tirkiyeyê û tesbîtên Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya girêdayî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (AB BK) û geşedanên derba rê serdana xwe ya dawî de parve bikin.

Heyet dê serdana ÎHD’ê jî bike

Di civîna ji çapemeniyê re girtî berdewam kir de,  biryara tedbîra demkî ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya têkildarî Abdullah Ocalan dayî û geşedanên di serlêdanê de jî dê bên nîqaş kirin. Tê payîn piştî dawî bûna civînê  heyet serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bike.

Bernameyên Şandeya îro:

 Enqere

 11:00 – Serdana Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB)

 13:00 – Serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)

 14:00 – Serdana Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê

 Amed

 10:30 – Hevdîtina bi malbatên ku zarokên wan li Îmraliyê di girtîgehê de ne.

 Cih: New Garden Hotel

 14:00 – Serdana Dayikên Aştiyê

 15:30 – Serdana Med Tûhad-Fedê

 Stenbol

 11:30 – Serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê

 15:00 – Hevdîtina bi Saziyên Hiqûqê re

 Cih: Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê