Şandeya jinan li Lozanê Şoreşa Jinan da nasîn

Hevdîtinên şandeya jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Ewropayê didome. Şande li Lozanê bi jinan re hat ba hev û têkildarî Şoreşa Jinan agahiyan da.

Navenda Nûçeyan – Şandeya Jinan a ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hehvdîtinên xwe yê li Ewropayê didomîne. Şande bi pêşengiya Konseya Jinan a Lajînê li Komaleya Çand û Hunera Kurdî ya li Lozanê bi jinan re hat ba hev.

 Şande derbarê pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pirrengiya herêmê, demokrasiya ku tê pêkanîn, pergala hevserokatiyê û temsîla jinan bi çi awayê pêk tê, bi hatina cîhadîstan re metirsiya li ser jinan çi ye li ser mijaran agahî dan.

Şande ji Hevseroka Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, Berdevka Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Muna El Yusif, Berdevka Civata Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Kongra Star Jiyan Hisên û rêvebera Yekîtiya Jinên Suryanî Jorjêt Bersûm pêk tê.

Hevdîtinên şandeyê didomin.