Hevdîtinên li herêma Kurdistanê: Ji bo Yekîtiya Netewî gelek girîng e

Endama heyeta DEM Partî ku li herêma federe ya Kurdistanê hevdîtin kirin Gulcan Kaçmaz Sayyîgît têkildarî hevdîtinan ji ajansa me re axivî û got: “Hevdîtin di atmosferek erênî de derbas bû. Ev rewş ji bo avakirina aştiyê û Yekîtiya Netewî gelek girîng e.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Heyeta Îmralî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, di 28’ê kanûnê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin û peyama Abdullah Ocalan a dîrokî ku ji 7 xalan pêk tê, bi raya giştî re parve kirin.

Di vê serdanê de di encama pêşniyarên Abdullah Ocalan de ji bo bi partiyên siyasî ên li Meclîsê û pêkhateyan re, tora hevdîtinan destpê kirin û nêrînên Abdullah Ocalan ên derbarê pêvajoyê de ji wan re ragihandin. Heyeta Îmralî ya DEM Partiyê, piştî ku li Tirkiye hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî û siyasetmedarên girtî re temam kirin, di 22’ê çileyê de carek din serdana Grava Îmraliyê kirin.

Piştî hevdîtina dûyemîn a li Îmraliyê, di encama pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah de heyetê li herêma federe ya Kurdistanê bi nûnerên Kurd re hevdîtin kirin. Di heyeta Îmralî ya herêma Federe ya Kurdistanê de Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parêzerên Buroya hiqûqê ya sedsalê Ozgur Erol û Îbrahîm Bilmez, Hevberdevkê Komîsyona Karê derve ya DEM Partiyê Bedran Ozturk, parlementer Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kaçmaz cîh girtin.

Di serdana ku çar rojan dom kir de, li bajarê Hewlêr û Silêmaniyê hevdîtin pêk hatin. Heyetê li Hewlêrê bi Mesud Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mesrur Barzanî, li Silêmaniyê bi Kubat Talabanî, Bafil Talabanî û siyasetmedar Şahnaz Îbrahîm re rûnişt. Hûrguliyên hevdîtinên ku hatin kirin, wê ji aliyê heyeta Îmraliyê ve ji Abdullah Ocalan re were ragihandin. Daxuyaniya dîrokî ku raya giştî li bendê ye, dibe ku piştî vê hevdîtinê bê deyîn. 

Em bi Parlementera Wanê ya DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ku di nava heyetê de cihê girtî re, li ser hûrguliyên hevdîtinê û çavdêriyên wê axivîn. Parlementer Gulcan diyar kir ku hevdîtinên wan erênî derbas bûne û aliyan peyamên destekê dane pêvajoyê. Endama heyetê Gulcan bang kir ku hemû beş destek bidin daxwaza aştiyê ku di şertên tecrîdê de tên kirin.

Piştî serdana dûyem, heyetê biryar girt biçe herêma federe ya Kurdistanê

Parlementer Gulcan da zanîn ku ev demeke dirêj e welat di nava pêvajoyek şer de ye. Gulcan bi bîr xist ku piştî bêagahiya 4 salan hevdîtinên Îmraliyê destpê kiriye. Gulcan Kaçmaz destnîşan kir ku piştî hevdîtinan, di encama pêşniyaran de hevdîtinên li gel partiyên siyasî yên Tirkiyê encam dane. Gulcan  diyar kir ku piştî hevdîtina dûyemîn ya di meha Çileyê de Abdullah Ocalan îfade kiriye ku ew girîngî dide nêrînên aktoren Kurd ên li herêma federe ya Kurdistanê û pêşniyar kir ku heyet bi wan re hevdîtin çêke, heyetê di 15’ê Sibatê de berê xwe da herêma federe ya Kurdistanê.

‘Partiyan gotin ku berpirsyariya dikeve ser milê me em ê pêk bînin’

Gulcan Kaçmaz diyar kir ku pirsgirêka Kurd çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn eleqedar dike û wiha got: “Divê ev pirsgirêk bi hemû aliyan ve were nirxandin. Stendina fikrên hemû kesan girîng e. Hevdîtinên me yên li başûr, di atmosferek erênî de derbas bû. Ev rewş ji bo me bi hêvî bû. Hemû navên ku me pê re rûniştin, anîn ziman ku piştgiriya tam didin pêvajoyê. Gotin ku bê sedem û lê belê, berpirsyartiya dikeve ser milê wan dê bi cîh bînin. Ev rewş hem di avakirina aştiya li Rojhilata Navîn hem jî di aliyê Yekîtiya Netewî de gelek girîng e.”

‘Ger şer bi dome wê hemû gel winda bikin’

Gulcan Kaçmaz da zanîn ku hûrguliyên heyeta Îmraliyê wê ji Abdullah Ocalan re were ragihandin û ev tişt gotin: “Di dawiya vê ragihandinê de, em hevî dikin ku di demek nêz de wê ji aliyê birêz Ocalan ve bengeke were kirin. Di vê rewşê de ger aştî were avakirin, tu aliyek ku winda bike namîne. Lê belê ger şer dom bike, yên ku winda bikin, wê hemû gel bin. Pêdiviya Tirkiyê di vê pêvajoyê de hê zêdetir bi qadek aştiyê heye. Qeyrana aborî ku ev demek dirêj e dom dike heye, cînayetên jinan hene, em di pêvajoyek ku hilweşîna ehlaqî gihîştiye asta jor de derbas dibin û di bingehê van hemûyan de pirsgirêka Kurd û nêzîkatiyên pirsgirêka Kurd cîh digirin. Ger ev pirsgirêk bi riyên aştî û demokrasiyê were çareserkirin, wê hem Tirkiye qezenc bike û hem jî wê gelê Tirk û Kurd qezenc bike. Divê ev bi vî awayî were destgirtin û nirxandin.”  

 ‘Berxwedana li girtîgehan, weke îradeya bi îsrar a çareseriyê li pêşiya me ye’

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît destnîşan kir ku divê Tirkiye jî guh bide vê îradeya çareserî û aştiyê û wiha got: “Îro ya ku bû sedema ji nû ve destpêkirina van hevdîtinan, berxwedana birêz Ocalan e. Berxwedana  di nava şertên giran û îsrara ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane were çareserkirin e, gotina wî ya divê bibe xwedî vê îradeyê ye. Di girtîgeha Îmraliyê de sekna ku birêz Ocalan raber kiriye, dîsa li girtîgehên Tirkiyê berxwedana girtiyên siyasî û berxwedana gelê Kurd weke rastiyek ku ev pêvajo aniye vê derê li pêşiya me di sekine. Ger ku birêz Ocalan xwedî wê îradeyê ye ku vê pirsgirêkê di bingeha hiqûqê û demokratîk de bi awayek aştiyane çareser bike, divê Tirkiye jî bi vî awayî nêz bibe û guh bide vê daxwaz û banga aştiyê.”