"Heta nîvê sala 2022'an 50 binpêkirinê li dijî rojnamevanên jin ên Filistînî rû dane"
Wezareta Ragihandinê ya Filistînê diyar kir ku ji destpêka sala 2022'an ve 50 binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin şopandine.
Navenda Nûçeyan - Wezareta Ragihandinê ya Filistînê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji destpêka sala 2022’an ve 50 binpêkirinên Îsraîlê yên li dijî rojnamegerên jin şopandine.
Wezareta Ragihandinê ya Filistînê di daxuyaniya xwe de wiha gotin: "Dagirkerî li pey cerdevanên heqîqetê dikevin. Heta nîvê sala 2022'an 50 binpêkirin li dijî rojnamevanên jin ên Filistînî hatin kirin. Êrîşên Îsraîlê bandor li 33 rojnamegerên jin kir. Ji sala 2016'an heta nîvê sala 2022'an 281 êrîşên Îsraîlê li dijî rojnamevanên jin hatine tomarkirin."