Hesabên Kurdî, Tirkî û Îngilîzî yên ajansa me hat astengkirin
Gihîştina hesabên ajansa me yên Kurdî, Tirkî û Îngîlîzî yên di platforma X’ê de ji aliyê 1'emîn Dadweriya Cezaya Sulhê ya Kocaeliyê ve hat astengkirin.

Navenda Nûçeyan - Li ser platforma X’ê ketina hesabên ajansa me yên kurdî yên bi navê "@kurmanci_jinha", hesabên tirkî yên bi navê "@jinha_nu" û hesabên Îngîlîzî "@nujinha_english" hatin astengkirin.
Di encama biryara duh a 1'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Kocaeliyê de, di saetên şevê de li ser hesaban hatin astengkirin. Di e-maila ku biryara mehkemê da hat dayîn de, der barê kîjan nûçeyê de sedema astengkirinê hatiye dayîn nehat parvekirin.