‘Herî zêde tundî li girtîgehan tê jiyîn’
Li gor rapora Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê, di sala 2023’yan de herî zêde tundî li girtîgehan hatiye kirin.
Amed – Pêkhateyên Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê rapora torê ya ku bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî amade kiribûn, li Komeleya Jinan a Rosayê parve kirin.
Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Merve Karadaş daxuyanî xwend. Merve Karadaş diyar kir ku zêdebûna daneyên tundiyê yên di navbera 2023-2024'an de cihê fikaran e û wiha got: “Serlêdanên ku me girtine nîşan didin ku tundiyên nû yên weke tundiya dijîtal, qadên jiyanê yên jinan teng û kontrol dikin. Di sala 2024’an de li Amedê 9 kuştinên jinan di çapemeniyê de hatin weşandin, lê hejmara rast ji vê zêdetir e. Kêmasiyên di pêkanîna zagona bi hejmara 6284’an de ku mafê jiyanê yê jinê diparêze û biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê faktorên sereke ne ku tundiyê zêde dike. Li welatekî ku edalet pêk nayê û polîtîkaya bêcezakirinê dewam dike, jin nikarin xwe bigihînin edaletê û her cure tundî berbelav dibe. Rastiya ku sûcdar bi giranî bê ceza dimînin, bi taybetî di kuştinên li dijî jinan de, yek ji sedemên sereke yên vê zêdebûnê ye."
‘Herî zêde tundî li girtîgehan tê jiyîn’
Merve Karadaş anî ziman ku herî zêde li girtîgehan tundî tê kirin û wiha dom kir: “Li Girtîgeha Jinan a Amedê, girtiyên jin bi pêkanînên wekî lêgerîna tazî, muameleya xerab rû bi rû dimînin. Nehiştina dermankirina girtiyên nexweş û taloqkirina înfaza keyfî mînakên zelal ên binpêkirina mafê jiyanê ne. Herî zêde li girtîgehan tundî tê kirin.”
Polîtîkayên qeyûman
Merve Karadaş wiha dom kir: “Divê Peymana Stenbolê vegere û polîtîkayên li ser esasê wekheviya zayendî bên meşandin. Divê zagona bi hejmara 6284’an bi bandor were bicihanîn û li gorî hewcedariyên takekesî tedbîrên parastinê bên amadekirin. Divê sepandina reftarên baş û daxistina provokasyonên neadil li ser sûcdarên jinan û sûcên nefretê bê rawestandin. Divê derziya HPV bêpere bê çêkirin û xizmetên tenduristiyê yên jinan bên xurtkirin. Divê rêziknameyên ku mafên destûrî yên LGBTI+ garantî dikin bên çêkirin û li dijî sûcên nefretê bi awayekî bi bandor têkoşîn bê kirin. Divê hejmara stargehên jinan bên zêdekirin, zerarên ku ji ber polîtîkayên qeyûm li jinan tên ji holê bê rakirin. Divê destdirêjiya darazê ya li dijî parêzvanên mafên jinan bi dawî bibe; Divê azadiya jinê ya rêxistinî û îfadeyê bê parastin.
Îro em careke din diqîrin; Ji bo rawestandina tundiya li ser jinê, li dijî zilma baviksalarî û pêkanîna wekheviya civakî divê em têbikoşin. 'Jin, Jiyan, Azadî' ne tenê dirûşme ye; sembola jiyan, azadî û berxwedanê ye. Hûn nikarin vê dirûşmê qedexe bikin an jî bêdeng bikin. Bêyî jin azad bibe civak azad nabe. Bi vê minasebetê em spasiya hemû kedkarên çapemeniyê yên ku ji bo gihandina dengê jinan dixebitin dikin."
Daneyên di raporê de cih girtin wiha ye:
“* Tundiya psîkolojîk: Hezar û 204
* Tundiya aboriyî: 861
* Tundiya fîzîkî: 969
* Tundiya zayendî: 265
* Tundiya dijîtal: 261
* Mobbîng: 334
* Kuştinên biqesdî: 2
* Hewldanên kuştina Biqesdî: 2
* Hewldana întîharê: 26
* Îşkence û muameleya xerab: 6
* Ferzkirina sîxûrtiyê: 7
* Zexta hêzên ewlekariyê: 7
* Grevên birçîbûnê: 8
* Binpêkirinên li girtîgehan: 3
* Serdegirtinên malan: 1
* Sirgun: 2
* Binpêkirina mafê tenduristiyê: 1”