Hemşîreya Xezayî Nefîn El Dewawsa ji roja ewil bi gelê xwe re ye
Hemşîreya ciwan Nefîn El Dewawsa a ku ji destpêka êrîşên li ser Xezayê heta niha alîkariyên ewil dide birîndaran, tevî ku birîndar bûye jî alîkariyên xwe didomîne û bang li gel kir ku li dijî şerê ku tê jiyîn dengê xwe bilind bikin.
REFÎF ISLAM efîf Islam
Xeza- Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve berdewam dikin. Di êrîşan de zêdeyî 44 hezar Filistînî jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar bûne. Li Xezaya ku bi milyonan kes ji cih û warên xwe bûne, mirov der barê pêşerojê de bi fikar in.
Nefîn El Dewawsa a ku ji kêliya ewil a êrîşan nexwest ji Xezayê derkeve û alîkariya ewil da birîndaran diyar kir ku perwerdeya tenduristiyê dîtiye û 7 sal in bi Heyva Sor a Filistînê re dixebite.
‘Kesên birîndar dibûn piranî jin û zarok bûn’
Nefîn El Dewawsa diyar kir ku di dema êrîşa ku avahiyeke pirqatî ya ku bapîr û apên wê lê dijiyan hilweşiya, wê alîkariya ewil da birîndaran û got ku ev rewş ji bo wê gelek zehmet bû e û wê gavê nizanibû dê çi bikira. Nefîn El Dewawsa wiha gotinê xwe domand: “Dema her kes ji malên xwe derketin ez li ser karê xwe li xala tenduristî di hundirê dibistana Cebaliya bûm. Ez li wê derê 16 rojan dorpêçkirî mam. Di wan rojan de min gelek cureyên îşkence û azaran dîtin. Xwarin û av tune bûn. Êrişên li ser navenda stargehê dewam dikir. Rojane 30 kes bi kêmanî birîndar dibûn piraniya wan jin û zarok bûn."
‘Min nikaribû dest ji birîndaran berdim’
Nefîn El Dewawsa destnîşan kir ku hin caran wê dest ji xala tenduristiyê berdida ji bo birîndaran bi xwe rake û bighîne nexweşxaneyê û got: "Di roja beriya wê de bijîşk û hemşîreyên bi min re ji min re gotin ew ê cih vala bikin ji ber gefên bombebaranê. Lê belê min nikarîbû dest ji birîndaran berdim û wan tenê li xalên tenduristiyê bihêlim û derkevim. Di heman rojê de demjimrê 9’ê bi şev piştî birîndar me rakir nexweşxaneyê balafireke bêmirov hat û bi dengekî bilind daxwaz kir herkes cihên xwe vala bikin ji ber piştî seatekê dê bombebaran bikin. Wê demê min çenteyê tenduristî û hin cilên xwe kom kir lê piştî 10 deqeyan navenda stargehê hat bombebarankirin û herkesî dest bi revê kir. Gihîşt vê astê ku malbat zarokên xwe li pêy xwe bihêlin.”
Di dema dermankirina birîndaran de ew bi xwe jî birîndar dibe
Nefîn El Dewawsa destnîşan kir ku di dema dermankirina birîndaran de balafiran ew dîtine û bi rengekî yekser ew hedef girtine û di encam de serê wê şikestiye û wiha pê de çû: “Di wê demê de gule weke baranê ber bi deriyê derve de dihatin weke ku dixwazin kesên li cih mane bikujin ji ber wê neçar mam tevî birîna xwe dîwar derbas bikim. Min xwe avêt û ji navenda stargehê derketim lê belê dengê zarokeke biçûk hat min digiriya temenê wê 4 meh derbas nedikir. Ez vegeriyam û min bi xwe re bir."
‘Tiştên li Bakurê Xezayê çêdibe qirkirina komî ye’
Nefîn El Dewawsa di bin guleyên balafirên bêmirov de meşa xwe berdewam dike û li kêlek avahiyan xwe parastiye. Piştî rewş hinekî aram bûye û derketiye gihîştiye dergehê ku hêzên Israyîlê weke ewle bi nav dikin. Li wê derê jin li aliyekî û mêr li aliyekî disekinîn weke ku hêzên Israîlê ferman daye wan.
Yek ji jinan jêre gotiye divê tu nasnameya xwe hildî û bi 5 jinên destpêkê re bimeşî ji bo rûyê te bi riya nîşana çav kontrol bikin. Nefîn El Dewawsa got: "Wê demê dilê min sekinî û min ji xwe re got gelo wê ew zingil lêkeve û hêzên Israyîlê min bigrim yan ez û vê zaroka reben a ez nizanim malbata wê kî ye derbas bibin."
Nefîn El Dewawsa ji bakurê Xezayê ber bi bajar meşiya ye. Çawa gihîşt wê derê bi dayîka keça pêre ya ku neçar ma zaroka xwe li cem bavê wê bihêle û zarokên xwe yên din bibe nexweşxaneyê axivî. Bav jî di bombebaranê de jiyana xwe ji dest daye. Piştî 4 rojan zaroka biçûk gihîşt malbata xwe.
Di dawiya axaftina xwe de Nefîn El Dewawsa got: "Tişta li Bakurê Xezayê çêdibe qirkirina komî ye. Eger ev êriş ranewestin dê komkujî li her deverê pêk werin."